Li Reqayê karkerên paqijiyê ketin grevê

Li Reqayê bi sedan karkerên paqijiyê ji ber nedana mûçeyan ji 3 mehan ve, ketin grevê.

Li Reqayê karkerên paqijiyê ketin grevê
16 gulan, 2026   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Reqayê bi sedan karkerên paqijiyê ku ji 3 mehan ve mûçeyên xwe wernegirtine, vê sibe daketin qadan û çalakî li dar xist. Karkeran di çalakiyê de grev ragihand û daxwaza mûçe û başkirina rewşa debarê kir.

5'ê Gulanê jî karmendên Saziya Avê ya Reqayê ku di dema Rêveberiya Xweser de li ser karê xwe bûn, ji ber heman sedemê ketibûn grevê.

(bb)