Şehîd Bêrîtan li Eyn Îsayê hat bibîranîn

Li bajarê Eyn Îsayê jinan şehîd Bêrîtan bi bîr anî.

Şehîd Bêrîtan li Eyn Îsayê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Eyn Îsayê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Eyn Îsayê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Eyn Îsayê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Eyn Îsayê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Eyn Îsayê hat bibîranîn
26 cotmeh, 2025   14:03
EYN ÎSA

Meclisa Kongra Star a bajarê Eyn Îsa yê kantona Firatê  di salvegera 33’an a şehadeta wê de,  bîranîna şehîd Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) li dar xist. Bi dehan jinên bajar beşdarî bîranînê bûn.

Di bîranînê de rêvebera Kongra Star Ruqeya Mihemed behsa jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan a di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de kir.

Ruqeya Mihemed diyar kir ku têkoşer Bêrîtan li hemberî siyasetên înkar û çewisandinê rabû. Her wiha destnîşan kir ku çalakiya wî ya li hemberî xeta xiyanet û dagirkeriyê bû xaleke werçerxê di îroka têkoşîna jina Kurd de.

Her wiha soza domandina rêya şehîd Bêrîtan da û got, mîrateya ku şehîd Bêrîtan li dû xwe hiştiye ji nifşan re bûye  jêdera domandina têkoşînê.

Piştre mûm li ber wêneyên şehîd Bêrîtan hatin pêxistin.

(bb)

ANHA