Cihê Hevdîtina Şandeya Îmralî û Erdogan diyar bû

Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê û Serokkomar Tayyîp Erdogan wê 30yê Cotmehê roja Pêncşemê li Qesra Serokkomariyê bicivin.

Cihê Hevdîtina Şandeya Îmralî û Erdogan diyar bû
26 cotmeh, 2025   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan wê 30yê Cotmehê roja Pencşemê li Qesra Serokkomariyê bicivin. 

Hat zanîn ku Heyeta Îmraliyê û Erdogan dê di hevdîtinê de li ser geşedanên pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” gotûbêjan bikin.