Îsraîl di Derayê de pêş ve hat

Hêzên Îsraîlê di herêma Seyda El Hanût a gundewarê Derayê de bi pêş ve hat û bendê kontorlê yê demkî danî. Endamên bendê yekser dest bi kontrolkirina rêwiyan kir.

Îsraîl di Derayê de pêş ve hat
26 cotmeh, 2025   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku hêzên Îsraîlê li gundên Derayê di xaka Sûriyeyê de bi pêş ve hat. Navendê destnîşan kir ku leşkerên Îsraîlê bi 5 erebeyan pêş ve hatin, bê yî tu hêz wan asteng bike li ser rê bendeke kontorlê ya demkî danîn. Rêwî kontrol dikirin, paşê vekişiyan.

Ev pêşve hatina hêzên Îsraîlê hemwextî zêdebûna tundiyê li eniya başûrê Sûriyeyê ku di hefteyên derbasbûyî de zêde bûye, pêk hat. Di heman demê de tevgera balafiran ên artêşa Îsraîlê di herêma navborî de zêde bû ye.

Duh jî SOHR’ê ragihand ku hêzên Îsraîlê bi 3 tank û hejmarek erebe li nêzî benda kontrolê ya El Siqêrî ya berê ku li nêzî destpêka Otostrad El Selam bi cih bûn.

Li aliyê din 4 tankên Îsraîlê yên ber bi bajaroka El Semdaniye ya gundên Quneytira bi pêş ve hatin. Bi wan re çend alavên leşkerî hebûn. Vê hêzê jî bendeke kontorlê li ser riya di navbera bajarokên Ciba û Xan El Ernebe çêkir. Rêwî kontorl dikirin, der barê girtî çêbûn an na tu agahî ne de hate zanîn.

Ev tevgera artêşa Îsraîlê bi piştgiriya ezmanî ya balafirên şer û keşfê pêk hat.

(dc)