Şehîd Awaz Çiya hat oxirkirin

Şêniyên herêma Firatê bi merasîmeke biheybet şehîd Awaz Çiya li Goristana Şehîd Dîcle oxir kir.

Şehîd Awaz Çiya hat oxirkirin
Şehîd Awaz Çiya hat oxirkirin
Şehîd Awaz Çiya hat oxirkirin
Şehîd Awaz Çiya hat oxirkirin
Şehîd Awaz Çiya hat oxirkirin
Şehîd Awaz Çiya hat oxirkirin
Şehîd Awaz Çiya hat oxirkirin
Şehîd Awaz Çiya hat oxirkirin
Şehîd Awaz Çiya hat oxirkirin
Şehîd Awaz Çiya hat oxirkirin
Şehîd Awaz Çiya hat oxirkirin
Şehîd Awaz Çiya hat oxirkirin
Şehîd Awaz Çiya hat oxirkirin
Şehîd Awaz Çiya hat oxirkirin
28 cotmeh, 2023   15:03
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên herêma Firatê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî merasîma oxirkirinê bûn. Şehîd Awaz Çiya (Dijwar Îsa) di endama qezayekê de li Kobanê şehîd bûbû.

Berdevka Komîna Şanoyê ya Herêma Firatê Leyla Ehmed li ser navê malbatên şehîdan axivî û got: “Bi saya fedakariyên şehîdan em bi ewle dijîn. Em ê heta pêkanîna hêviyên şehîdan ên azadiyê li ser rêya wan bin.”

Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Îsmaîl Îsmaîl jî wiha axivî: “Em bejna xwe li hember malbatên şehîdan ditewînin. Em soz didin ku şopdarên şehîdan bin, em ê têkoşîna xwe li hember dijmin bilind bikin, dijmin tu carî nikare îradeya me bişikîne.”

Îsmaîl di dawiya axaftina xwe de got: “Em ê xwîna şehîdan li erdê nehêlin, em ê heta dawiyê şopdarên xewn û xeyalên şehîdên xwe bin.”

Hevrêya şehîd Awaz Çiya, Mêrxana Henîfî jî got: “Em ê heta dawiyê rêya şehîdên xwe bişopînin.”

Piştre wesîqeya şehîd ji aliyê hevjîna şehîd ve hate xwendin û şehîd tevî dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.

(eş)

ANHA