Li ser penceşêra memikan panelek hate lidarxistin

Koordînasyona Jinan a Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê panelek li ser penceşêra memikan li dar xist.

Li ser penceşêra memikan panelek hate lidarxistin
Li ser penceşêra memikan panelek hate lidarxistin
Li ser penceşêra memikan panelek hate lidarxistin
Li ser penceşêra memikan panelek hate lidarxistin
Li ser penceşêra memikan panelek hate lidarxistin
Li ser penceşêra memikan panelek hate lidarxistin
28 cotmeh, 2023   15:25
TEBQA

Panel bi sernavê ′Destpêkirina zû ya penceşêra memikan bi mamografiyê′ li hola Meclisa Qanûnsaz hate lidarxistin.

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Necah El Hisên axaftina destpêkê kir.

Di panelê de nîqaşên li ser penceşêra memikan, nîşane û gavên ji bo testkirina mamografiyê hatin kirin. Radyolog Îman El Îsa axivî û wiha got: "Penceşêra memikan ya herî zêde di nava jinan de berbelav e."

Îman wiha domand: "Alîkariya zêde ya hişyarkirina li ser penceşêra memikan û fînansekirina lêkolînan hişt ku pêşketinek di teşhîs û dermankirinê de çêbe.”

Îman behsa nîşanên pêketina penceşêrê memikan kir û wiha got: “Nîşaneyên wê ew in ku goşt di memikan de hişk dibe, mezinahiya wan biguhere, her wiha çermê sor dibe yan jî wekî qaliqê porteqalê kunkunî dibe."

Îman wiha pê de çû: "Faktorên xetereya pêketina penceşêra memikan li gel jinan ew in ku temenê mezin û qutbûna menopauseyê ne. Ji bo kêmkirina wan nîşaneyan divê beşeke herî kêm a dermankirina hormonal ku jin di rewşên bêparkirin û derengmayîna mehane de ji bo demek herî kurt bi kar tînin, were bikaranîn."

Îman wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema nîşaneyên girêdayî nexweşiyê yan jî hebûna nexweşiyê girêdayî malbatê hebe, encamên mamografiyê yên destpêkê ne, divê testên teşhîsê yên zêde werin kirin."

Di dawiya panelê de broşurên têkildarî wê nexweşiyê li beşdaran hatin belavkirin.

(fr)

ANHA