Artêşa Tirk daristana Soxanekê ya Şêrawayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker ji saet 8′ê sibehê ve bi awayekî dijwar bi guleyên hawn û obîsan daristana Soxanekê topbaran dike.

Artêşa Tirk daristana Soxanekê ya Şêrawayê topbaran dike
28 cotmeh, 2023   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker ji saet 8′ê sibehê ve bi awayekî dijwar û bi guleyên hawan û obîsan daristana gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran dike. Heta niha zêdetirî 150 guleyan hatine avêtin.

(fr)

ANHA