Şehbaz Şerîf: Amerîka û Îranê li ser pêşnûmeya rêkeftina dawî li hev kir

Serokwezîrê Pakistanê Şehba Şerîf ragihand ku têkildarî peymana "aştiyê" ya di navbera DYA û Îranê de lihevkirin pêk hat.

Şehbaz Şerîf: Amerîka û Îranê li ser pêşnûmeya rêkeftina dawî li hev kir
12 hezîran, 2026   21:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf daxuyand ku metna dawî ya memoranduma têgihîştinê ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de li hev hatiye kirin.

Şerîf li ser platforma xwe ya Xˊê nivîsî ku: "Em dikarin piştrast bikin ku metna dawî û lihevkirî ya peymana aştiyê pêk hatiye û Pakistan niha bi her du aliyan re ji nêz ve dixebite da ku gavên din temam bike."

(fr)