Sempozyûma têkildarî pêşeroja Sûriyeyê ya li Zanîngeha Turinyo ya Îtalî bi dawî bû

Xebatên sempozyûma navneteweyî ya ku 2 rojan li Zanîngeha Turinyo ya Îtalî bi beşdariya akademisyen, lêkolîneran dewam kir bi dawî bû. Di sempozyûmê de mijarên siyasî, civakî û aborî yên girêdayî Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Sempozyûma têkildarî pêşeroja Sûriyeyê ya li Zanîngeha Turinyo ya Îtalî bi dawî bû
12 hezîran, 2026   21:20
KOBANÊ
DICLE EHMED

Çalakiyên roja duyemîn a dawî ya sempozyûma navneteweyî ya "Sûriya ber bi ku ve?" ku Zanîngeha Turinyo ya Îtalî bi beşdariya akademisyen, lêkolînerên ji hejmarek dewlet û şandeya Zanîngeha Kobanê vê sibehê dest pê kirin.

RÛNIŞTINA ÇAREMÎN A DAWÎ

Amûrên Hêzê, nasnameyên pêşbirk û jîngehên nakokî: Em çawa dikarin pirsgirêkên pêşerojê têbigihîjin?

Lêkolîner Inia Fiori rûniştin bi rê ve bir. Di rûniştinê de behsa analîzkirina veguhertinên hêzê û şêwazên avakirina nasnameyê di jîngehên piştî pevçûnê de, di heman demê de li ser lêkolîna pirsgirêkên sereke yên pêşerojê jî hat kirin.

Patrick Hennie di beşdariya xwe ya bi navê "xelat û bawerî: hevsengkirina hêzê û vebûna siyasî" de, li ser dijwariya avakirina baweriyê di navbera dewlet û civakê de nîqaş kir û girîngî da dîtina hevsengiyek nazik di navbera xurtkirina saziyên rêveberiyê û parastina cihên ji bo vebûna siyasî da ku aramiya domdar misoger bike.

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim di pêşkêşiya xwe ya bi navê "pêvajoya entegrasyona akademîk" de behsa rola saziyên perwerdehiyê di ji nû ve avakirina tevna civakî û pêşxistina têgihîştinê ya navbera komên cûda de kir. Muslim entegrasyona akademîk wekî xalek destpêkê ya bingehîn ji bo avakirina çandeke diyalogê nirxand.

Muslim mijara entegrekirina saziyên perwerdehî û xwendina bilind di nav hikumeta demkî ya Sûriyeyê de nîqaş kir û diyar kir ku ev pêvajo bi çi dijwarî û derfetên wê ve girêdayî ne û bandorên wê li ser pêşeroja beşa perwerdehiyê û misogerkirina berdewama pêvajoya akademîk li Sûriyeyê hene. Di rûniştinê de nîqaş li ser rêbazên pêşxistina perwerdehiyê û zêdekirina serxwebûna saziyên akademîk di qonaxa veguhêz de hatin kirin.

Miryam Machi, di gotara xwe ya "serweriya fizîkî û jîngehên nakokî: rêveberiya çavkaniyên xwezayî û avakirina sîstema siyasî li Sûriyeyê piştî şer" de, li ser pirsgirêkên têkildarî rêveberiya çavkaniyên xwezayî nîqaş kir û anî ziman ku rêveberiya çavkaniyan dê roleke girîng di ji nû ve şekildana sîstema siyasî û bidestxistina aramiya aborî de bilîze.

Davide Grasso bi sernavê "helwestên civakî û siyasî û pêvajoyên nasnameyê: ber bi şîrovekirineke ne-etnîkî ya veguherîna Sûriyeyê" semînerek pêşkêş kir. Grasso nêzîkatiyek analîtîk pêşkêş kir ku ji şîroveyên etnîkî yên kevneşopî wêdetir diçe û banga têgihîştina veguherînên Sûriyeyê ji perspektîfeke civakî-siyasî ya berfirehtir kir ku dînamîkên civakê û têkiliyên wê yên navxweyî li ber çavan digire.

MASEYA GILOVER A DAWÎ

Perspektîfên siyasî, aborî û yasayî ji bo Sûriyeyeke nû

Sempozyûm bi nîqaşeke maseya gilover a ku ji hêla rojnamevan Zeina Erhaim ve hate moderatorkirin, bi beşdariya Cîhad Yazigi, Aziza Aslan, Pinar Deng, Mazin Ezî Ebdulhey Seyid ve bi dawî bû.

Beşdaran li ser vîzyonên pêşerojê yên ji bo Sûriyeyeke nû nîqaş kirin û bal kişand ser rêyên vejîna aborî, reformên yasayî û ji nû ve avakirina saziyên siyasî. Wan girîngî da xwedîderketina li nêzîkatiyên berfireh ên ku edaleta veguhêz bi aramiyê re û ji nû ve avakirina bi xurtkirina serweriya qanûnê re hevseng dikin.

Di hevdîtineke taybet de endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Zanîngeha Kobanê Eşref Mehmûd ji ajansa me re behsa nîqaşên 2 rojên sempozyûmê kir û got erênî bû, nexasim jî yên têkildarî siberoja Sûriyeyê. Mehmûd destnîşan kir ku pêdiviya pêvajoya bê bi hevkariyên aktîv di nava bandorkerên xwecihî û navneteweyî de heye, li kêleka wê jî pêdivî bi xurtkirina rola civaka sivîl û beşa akademî di sazkirina siyaseta giştî de heye.

Mehmûd di dawama axaftina xwe de got: "Zanîngeha Kobanê bi awayekî fermî ji bo tevlêbûna di sempozyûma navneteweyî ya ˋSûriya ber bi ku ve?ˊ ya li Zanîngeha Turinyo de hat vexwndin. Şandeya Zanîngeha Kobanê bi semînerekê ji hêla hevserok Şervan Muslim ve ya bi sernavê "pêvajoya entegrasyona akademîk" axaftin kir. Di semînerê de behsa mijara entegrekirina saziyên perwerdehiyê û perwerdeya bilind di saziyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hat kirin."

Mehmûd anî ziman ku : "Herî zêde nîqaşan girîngî da rola pêşeng a YPJˊê û derfetên entegrekirina wê di sazûmaniya leşkerî ya yekgirtî de, siberoja Sûriyeyê û dozên entegrasyona leşkerî, rewşên xizmetguzarî, aborî, tenduristî, jîngehî û dozên jinan hatin nîqaşkirin."

Xebatên sempozyûmê bi girîngiya berdewamkirina diyalogên akademîkî û siyasî, vekirina kanalên peywendiya mayînde ji bo siberoja Sûriyeyê, aramî û edaletê, bi dawî bûn.

(fr)

ANHA