Saziyên çandî: Dagirker li Minbicê qirkirina çandî dikin

Saziyên çand û wêjeyê şewitandin û talankirina navendên çandî û pirtûkxaneyan ên li Minbicê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir û diyar kir ku ev sûc israr û biryardariya gelê Sûriyeyê ya bidestxistina azadî û aştiyê zêdetir dike.

Saziyên çandî: Dagirker li Minbicê qirkirina çandî dikin
19 kanûn, 2024   13:58
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) û Yekitiya Nivîskarên Kurd ên li Sûriyeyê têkildarî talankirin û şewitandina navendên çandî û pirtûkxaneyên li Minbicê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Parka Xwendinê ya li Qamişloyê hate dayîn. Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Kurdiyar Dirêî bi zimanê kurdî û endama Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Yasmîn Meşayîx jî bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku agirbest û diyalogan red dikin, sûcên herî xirab dikin ku digihêjin asta sûcên şer û sûcên li dijî çanda mirovahiyê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hovîtî û kîna rejîma Tirk a li hember pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne nû ye, berdewama mentiqa dijminatiya li hember gelê aştîxwaz e.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin: "Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser bajarê Minbicê, talankirina saziyên xizmetguzarî û malên şêniyan, jiyana nîv mîlyon mirov rû bi rûyî xetereyê hiştiye û wan neçarî koçberiyê kir. Birîndarên li nexweşxaneyan jî bi awayekî hovane li pêşiya çav û guhên tevahiya cîhanê qetil kirin, mal û milkên taybetî dizîn, navendên çandî talan kirin, pirtûkxaneyên giştî ya ku bi hezaran pirtûkên wêjeyî, felsefî, dîrok, fikir û olî tê de hebûn şewitandin. Şewitandina pirtûkan û saziyên çandî bi tena serê xwe sûcên dermirovî û der çandî ne. Di heman demê de kiryarekî nemerdane ye. Ev sûc li pêşiya cîhanê tê kirin, lê cîhan bê deng e.”

Êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember van sûcan hatin şermezarkirin û banga piştevaniya hêzên parastinê hat kirin. Her wiha bang li rêxistin, yekitiyên çandî, wêjeyî û hunerî yên li Sûriye û cîhanê hat kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê deng nemînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Qetilkirin, wêrankirin û çewisandina nasnameyên çandî ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, biryar û israra me wek gelê Sûriyeyê ya bidestxistina azadî, rûmet, avakirina mirov û mîsogerkirina aştiyê zêdetir dike."

(bb)

ANHA