Nobeda li sînorê Qamişlo di roja 7'an de ye

Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û tevlîbûna bajarên derdorê didome.

Nobeda li sînorê Qamişlo di roja 7'an de ye
19 kanûn, 2024   13:27
 NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê hatiye destpêkirin di roja 7’an de bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" didome. 

Tevî beşdarên ji bajar û navçeyên derdorê, hunermendên bajarên derdorê jî piştgirî dan çalakiya nobedê. Hunermend bi lêdana erbane û sirûda "Herne Pêş" ketin qadê.