Li Hesekê nexweşxaneya zarokan tê vekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê amadekariyên vekirina nexweşxaneyeke taybet ji bo zarokan li bajarê Hesekê dike. Çav li rê ye nexweşxane îro were vekirin.

Li Hesekê nexweşxaneya zarokan tê vekirin
Li Hesekê nexweşxaneya zarokan tê vekirin
Li Hesekê nexweşxaneya zarokan tê vekirin
Li Hesekê nexweşxaneya zarokan tê vekirin
19 kanûn, 2024   14:41
HESEKÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê di çarçoveya hewldanên xwe yên ji bo pêşxistina qada tenduristiyê de, amadekariyên vekirina nexweşxaneyeke zarokan li bajarê Hesekê dike.

Di nexweşxaneyê de 15 înkubator, cîhazên pêşketî, bijîşk û hemşîreyên pispor hene. Niha jî xebatên avakirina beşa welidandinê tên kirin.

Di nexweşxaneyê de beşa destwerdana lezgîn jî hatiye amadekirin ku dê 24 saetan vekirî be.

Çav li rê ye ku nexweşxane îro were vekirin.

(bb)

ANHA