Saziya Pirkirina Tovan amadekariyên xwe ji bo belavkirina tovan li ser cotkaran didomîne

Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan a Qamişloyê heta niha 4 hezar û 65 ton tov genim hazir kiriye ji bo ku li cotkaran belav bike.

Saziya Pirkirina Tovan amadekariyên xwe ji bo belavkirina tovan li ser cotkaran didomîne
Saziya Pirkirina Tovan amadekariyên xwe ji bo belavkirina tovan li ser cotkaran didomîne
Saziya Pirkirina Tovan amadekariyên xwe ji bo belavkirina tovan li ser cotkaran didomîne
Saziya Pirkirina Tovan amadekariyên xwe ji bo belavkirina tovan li ser cotkaran didomîne
Saziya Pirkirina Tovan amadekariyên xwe ji bo belavkirina tovan li ser cotkaran didomîne
Saziya Pirkirina Tovan amadekariyên xwe ji bo belavkirina tovan li ser cotkaran didomîne
Saziya Pirkirina Tovan amadekariyên xwe ji bo belavkirina tovan li ser cotkaran didomîne
Saziya Pirkirina Tovan amadekariyên xwe ji bo belavkirina tovan li ser cotkaran didomîne
Saziya Pirkirina Tovan amadekariyên xwe ji bo belavkirina tovan li ser cotkaran didomîne
4 îlon, 2025   18:08
QAMIŞLO

Qada çandiniyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sektoreke sereke ye ku şêniyên herêmê debara xwe pê dikin, ewlehiya xwarinê û istiqrara aborî li herêmê peyda dike. Hilberîna tovên cuda li herêmê, mewsima çandiniyê bi ser dixe. 

Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan a bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê 4 hezar û 65 ton tovên genim ji eslê 10 hezar ton, amade û paqij kiriye da ku piştre li cotkaran werin belavkirin.

Qada çandiniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji qadên çalak ên aboriya herêmê ye.

Ji bo sala 2025'an saziyê dest bi wergirtina genimê xam kir û di 17'ê Tîrmehê de dest bi paqijkirin û amadekirina wê kir.

Saziyê diyar kir ku heta niha 4 hezar û 65 hezar ton li embargehên bajarê Tirbespiyê hatine bicihkirin.

Saziyê da zanîn ku rojane nêzî 105 ton tên paqijkirin.

Her wiha, saziyê destnîşan kir ku tov ê li gorî terxîsên ku ji cotkaran re tên dayîn, werin belavkirin û îmzekirina peymanan dê ji 15'ê Îlonê ve dest pê bike.

Sazî salane 10 ton genim paqij dike û beşek jê ji bo navendên kantonên Firat, Tebqa, Reqa û Dêrazorê tê şandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku sala borî ji ber kêmbûna baranê û hişkesaliyê nêzî ji sedî 70`ê berheman şewitî.

(mh/şx)

ANHA