Kesên êriş Hêmin Mamend kirine hatin girtin

Dezgeha Asayîşa Herêmê ragihand ku piştî lêkolînan karî kesên gule li Rojnamevan Hêmin Mamend reşandin bigirin.

Kesên êriş Hêmin Mamend kirine hatin girtin
4 îlon, 2025   18:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku 2’yê Îlonê rojnamevan û çalakvan Hêmin Mamend li taxa Eqarî ya Silêmanî ji aliyê du kesên li ser matorê siwar bûbûn û xelkê Hewlêr-Binislawa bûn bi navên ‘Ş.R.M.S û S.E.R.M ve hate gulebarankirin.

Dezgehê anî ziman ku piştî lêkolînên baş li gorî madeya 31/406 ya destûra cezayê ya Iraqê birayara girtina wan hate dayîn. Dezgehê anî ziman ku sûcdar hatine girtin û 2 jî reviyane û berê xwe dane Hewlêrê.

Dezgehê eşkere kir ku ev yek di encama planekê de hatiye kirin û armanca wê qetilkirina rojnamevan Hêmin Mamende.

Dezgehê ragihand ku wê pêşerojê encam û detayên mijarê bi raya giştî re parve bikin.