Li başûrê Lubnanê 4 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê dema hewl da bikeve bajarokê Edîse yê başûrê Lubnanê, bi endamên Hizbullahê re şer derket û di encamê de 4 leşkerên îsraîlî hatin kuştin û 20 jî birînda bûn.

Li başûrê Lubnanê 4 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin
2 cotmeh, 2024   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporên çapemeniyê hate ragihandin ku li bajarokê Edîse yê başûrê Lubnanê, 4 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin û 20 jî birîndar bûne. 

Hizbullahê ragihandibû ku dema leşkerên Îsraîlê xwestine bikevin bajarokê, lê wê nehiştiye û şer derketiye.

Artêşa Îsraîlê got yekîneyên piyade û panzêr  tev li êrişa bejahî ya li dijî Lubnanê bûne. 

Her wiha diyar kir ku Firqeya 36 û hêzên din tev li êrişa li Lubnanê bûne.

Hizbullah jî diyar kir ku endamên wê hêzên Îsraîlê li 3 nuqteyên cuda bi moşek û topavêjan kirine hedef.

(şx)