Saziya Giştî ya Pembo heqê pembo dide cotkaran
Saziya Giştî ya Pembo dest bi dayîna fatoreyên kirîna pembo kir. Heta niha 48 hezar û 600 ton pembo hatiye wergirtin û xebatên wergirtinê berdewam in.
Saziya Giştî ya Pembo ya Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navenda Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya kantona Reqayê, Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya kantona Dêrazorê û Navenda Maliyeya Giştî ya Şîrketê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya bajarê Hesekê, pereyê pembo da cotkaran.
Hevserokê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê Ehmed El Elî got saziyê rojên yekşem û çarşemê bi dolar pereyên cotkaran daye wan. El Elî da zanê ku dê xebatên xwe berdewam bikin heta ku hemû fatureyên kirîna pembo bidin cotkaran.
Saziyê ragihandibû ku wê her tonek pembo bi 600 dolarî ji cotkaran bikire. Ji bo wergirtina berheman jî 3 navend diyar kirin. Her sê navend ev in; Navenda Mehlecê ya Hesekê, Navenda Pembo ya Reqayê û ya Dêrazorê.
Heta niha 48 hezar û 600 ton pembo li her sê navendan hatiye wergirtin.
Li gorî daneyên saziyê îsal 425 hezar donim erd bi pembo hatiye çandin.
(şx/k)
ANHA