Berxwedana li dijî qeyûm di roja 3'yem de ye

Çalakiyên protestoya li dijî tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Bajarê bakurê Kurdistanê Mêrdîn, Êlih û Xelfetî di roja 3'yem de ye.

Berxwedana li dijî qeyûm di roja 3'yem de ye
6 mijdar 2024   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Protestoyên li dijî tayînkirina qeyûmên li ser şaredariyên Esenyurt, Mêrdîn, Êlih û Xelfetî berdewam dikin. Nobetên li dijî qeyûman hatin destpêkirin jî didomin. Îro jî gelek welatî derketin kolanan û qeyûm şermezar kirin.

MÊRDÎN

Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê 3 roj in welatî li ber xwe didin. Îro jî gelek welatî hatin li ber avahiya şaredariyê û çalakiya xwe berdewam dikin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel, siyasetmedar Ayla Akat Ata û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek welatî tevlî berxwedana îro bûn. Di berxwedana îro de bê navber dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin. Li ber avahiya şaredariyê daxuyanî hat dayîn.

ÊLIH  

Çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê jî di roja sêyemîn de berdewam dike. Girseyên ku li Parka Yilmaz Guney, Taxa Kulturê û Cadeya Seyîd Bîlal hatin gel hev, ji sê milan ve bi dirûşmên “Qeyûm ji Kurdistanê bicehime” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” dest bi meşê kirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik, aktîvîstên TJA’yê, ESP û nûnerên gelek rêxistina civaka sivîl di meşê de cih digirin. Girse ji sê milan ve ber bi Cadeya Gulistanê ve dimeşe. 

RIHA  

Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê jî protestokirina tayînkirina qeyûm di roja sêyemîn de didome. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Îbrahîm Kuçukbalaban, Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş jî di nav de gelek nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl ji bo şermezarkirina qeyûm hatin navçeyê. Hatina şandeyê li navçeyê bi coş hat pêşwazîkirin. Şande û girse bi hev re derbasî ber şaredariyê bûn. Li ber şaredariyê daxuyanî tê dayîn. 

 WAN

Li Wanê jî darbeya qeyûm hate şermezarkirin. Girseya gel li kolana Cûmhûriyetê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li hev kom bû û li Parka Feqiyê Teyran daxuyaniyek da. Di çalakiyê de dirûşmên "Berxwedana Jiyan e" û "Qeyûm wê biçe, gel wê bê" hatin qîrîn.

Piştre li ser rê zincîra ji mirovan hate avakirin.