Şaredariyên herêma Cizîrê projeyên qîrkirina rêyan pêk anîn

Yekitiya Şaredariyên Gel a Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarên Girkê Legê û Tirbespiyê gelek kolan qîr kirin.

Şaredariyên herêma Cizîrê projeyên qîrkirina rêyan pêk anîn
Şaredariyên herêma Cizîrê projeyên qîrkirina rêyan pêk anîn
Şaredariyên herêma Cizîrê projeyên qîrkirina rêyan pêk anîn
Şaredariyên herêma Cizîrê projeyên qîrkirina rêyan pêk anîn
Şaredariyên herêma Cizîrê projeyên qîrkirina rêyan pêk anîn
Şaredariyên herêma Cizîrê projeyên qîrkirina rêyan pêk anîn
Şaredariyên herêma Cizîrê projeyên qîrkirina rêyan pêk anîn
Şaredariyên herêma Cizîrê projeyên qîrkirina rêyan pêk anîn
14 tebax 2024   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Şaredariyên Gel a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya bidawîbûna werza havînê hewl dide gelek projeyên xizmetguzarî pêk bîne. Yekitî girîngiyê dide qîrkirina rêyên sereke û kolanan, xebatên torên ava vexwarinê û kanalîzasyonan.

Li Tirbespiyê, Şaredariya Gel destpêkirina qîrkirina Kolana Siyahî ragihand. Ew kolan yek ji kolanên girîng ên li navenda bajêr e û niha jî werşeyên şaredariyê kolana bi dirêjahiya 700 metre û qîr dike.

Li gorî hevseroka Şaredariya Gel a Tirbespiyê Necah El Qeso, di plansaziya xebata wan a havînê de qîrkirina gelek kolanên din li hundirê bajêr û 4 bajarokên wî hene; Maşûq, Hilwe, Til Marûf û Ebû Ferei.

Necah El Qaso got ew ê di demeke zû de, bi armanca çareserkirina pirsgirêkên gihandina avê li gelek taxên Tirbespiyê û gundewarên wê, gelek projeyên ji bo ava vexwarinê, her wiha kanalîzasyonan pêk bînin.

Şaredariya Gel a bajarokê Mistefawiyê yê Girkê Legê rêya gundê Eror bi dirêjahiya 2 hezar û 179 metreyan qîr dike.

Her wiha şaredarî rêya gundê Elwanke bi dirêjahiya hezar û 640 metre qîr dike.

Li gorî çavdêrên xebatê, di plansaziya şaredariyê de qîrkirina gelek kolanên li navenda bajarê Girkê Legê heye. Dê ev kolan werin qîrkirin; kolana saziya kehrebe bi dirêjahiya 105 metreyan, kolana Parka Şehîd Bêrîtan bi dirêjahiya 195 metreyan, kolana Sîna bi dirêjahiya 65 metreyan, kolana navenda tenduristiyê ya li başûrê bi dirêjahiya 195 metreyan, kolana bajarê kevn bi dirêjahiya 30 metreyî û kolana Nexweşxaneya El Selam bi dirêjahiya 40 metreyî.

(fr)

ANHA

tirbesipiyê