Şaredariya Reqayê 2 bîran dikole

Yekitiya Şaredariyên Gel a Kantona Reqayê li stasyona avê ya li Sûq El Hal 2 bîran dikole. Her du bîr di saetekê dê 4 hezar metrekab avê bidin.

Şaredariya Reqayê 2 bîran dikole
Şaredariya Reqayê 2 bîran dikole
Şaredariya Reqayê 2 bîran dikole
Şaredariya Reqayê 2 bîran dikole
Şaredariya Reqayê 2 bîran dikole
Şaredariya Reqayê 2 bîran dikole
Şaredariya Reqayê 2 bîran dikole
Şaredariya Reqayê 2 bîran dikole
28 ÇILE, 2025   09:20
REQA

Gerînendetiya Avê ya Yekitiya Şaredariyên Gel a Kantona Reqayê li Sûq El Hal 2 bîrên mezin dikole da ku avê zêdetir bide taxên Seyf El Dewla, Rimêla û Meşlebê yên Reqayê.

Her du bîr di saetekê de dê 4 hezar metrekab avê bidin, lê bîrên berê di saetekê de 2 hezar û 500 metrekab av dida.

Xebatên kolandina bîran ji sedî 70 bi dawî bûne û hîna dewam dike.

Rêveberê Nivîsgeha Lêkolînan a Gerînendetiya Avê û rêveberê xebatên kolandina bîran Îbrahîm El Umer diyar kir ku ev bîr dê gihandina ava vexwarinê ji şêniyan re baş bike.

El Umer got: "Ev bîr dê asta ewlehiya avê baş bike û zextên li ser taxên rojhilatê bajarê, bi taybetî di havînê de kêm bike."

Li gorî Îbrahîm El Umer bîr dê destpêka Adara bê bikevin xizmetê.

Li bajar û gundewarên kantona Reqayê 54 pompên ava vexwarinê hene.

(bb)

ANHA