Ji bo nîqaşkirina têkiliyên siberojê şandeyeke Rûsî serdana Şamê dike

Çavkaniyeke Rûsyayî ya şopîner diyar kir ku şandeyeke rûsyayî ya payebilind bi serkêşiya Mikhail Bogdanov ku cîgirê wezîrê derve û nûnerê serokê Rûsyayê ji bo herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ye wê di demeke nêz de serdana Şamê bike.

Ji bo nîqaşkirina têkiliyên siberojê şandeyeke Rûsî serdana Şamê dike
27 ÇILE, 2025   23:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî Rûsyayî yê şopînerê ji rojnameya Şerq El Ewset re diyar kir ku şandeyeke rûsyayî ya payebilind wê di demeke nêz de serdana Şamê bike ku dozyayên ji bo her du aliyan nîqaş bike.

Şandeya bi serkêiya Mikhail Bogdanov, nûnerên ji wezaretên karên derve û parastinê, berpirsên beşa aborî ya hikumetê û gelek nûnerên ji sazî û beşên dîtir pêk tê.

Ji bo hevdîtinên bi Ebû Mihemed El Colanî, Esed El Şîbanî, berpirsên din ên di Rêveberiya Sûriyeya nû de werin kirin, amadekarî hatin kirin.

Piştî têkiliyên bi her du aliyan re tenê di aliyên qenayên leşkerî û dîplomatîk ên girtî de hatin kirin, evê bibe yekemîn dan û standinn fermî ku Mûskov bi Rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) re datîne.

(fr)