Li Bendava Tişrînê biryardariya gel

Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê, gelê kantona Firatê çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê bi biryardarî didomîne.

Li Bendava Tişrînê biryardariya gel
28 ÇILE, 2025   09:31
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  zêdetirî 50 roj e êrişên xwe yên dagirkirin û qirkirinê li ser Bendava Tirşînê û derdora wê didomînin. Şervanên QSDˈê bersiva êrişan didin û li ber dagirkeriya bendavê digirin.

Ji 8ˈê Çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina bendavê û nîşandana dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan, çalakiya nobetê li dar xistine. Lê dewleta Tirk a dagirker rasterast nobedarên bendavê kirin armanc û komkujî pêk anîn. Di encamê heya niha zêdetirî 20 nobedar şehîd bûne û zêdetirî 200 jî birîndar bûne.

Tevî êrişan, gel li gorî koman nobeta parastina bendavê bi biryardarî didomîne.

Şêniyê bi navê Sebrî Mistefa yê ji koçberên Girê Spî beşdarî  çalakiya nobetê bûye got: "Ev bendav cihekî girîng û jêdera enerjî û avê ye. Lew ra erka me ye ku bendavê û herêmê ji êrişên ku dibe bibin sedema karaseteke mirovî, biparêzin."

Mistefa anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane her kesî dike hedef û da zanîn ku gelê herêmê tu gef li ewlehiya neteweyî ya Tirkiye naxwe.

Sebrî Mistefa bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker jî şermezar kir û got: "Em bêdengiyê şermezar dikin. Lazim e ji bo gelê ku li şûna cîhanê şerê DAIŞˈê ya terorîst kir û canê xwe da, tiştekî bikin."

Jina bi navê Selwa Mihemed jî beşdarî nobedariyê bendavê bûye destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê fikarên mezin çêdikin ku aloziya debarê û ya mirovî mezintir bikin.

Sewlaya ev du car e cihê xwe di çalakiya nobetê de digire diyar kir ku ji ber êrişên li ser bendavê ew bê av û bê kehrebe ne û wiha dawî li axaftina xwe anî "Dewleta Tirk wisa difikire ku bi êrişên wê em bitirsin, lê em natirsin ji ber ku em mafdar in."

 (bb)

ANHA