Şaredariya Qamişloyê û Şîrketa Arvion peyman bi dawî kirin

Şaredariya Gel a Qamişloyê û Şîrketa Arvion ku ji bo komkirina çopa bajêr beriya 6 mehan li hev kiribû, peymana xwe bi dawî kir. Şaredariyê diyar kir ku niha radestkirina kar tê kirin û dê ji îro û pê de şaredarî çopê kom bike.

Şaredariya Qamişloyê û Şîrketa Arvion peyman bi dawî kirin
12 gulan, 2026   14:33
QAMIŞLO

Beriya 6 mehan Şaredariya Gel a Qamişloyê ji bo komkirina çopa bajar peymaneke ceribandinê bi Şîrketa Arvion re îmze kiribû. 

Li gorî agahiyên me ji Şaredariya Qamişloyê wergirtine, peyman piştî 6 mehan şaredariyê û şîrketê nîqaşa berdewamkirin an jî bidawîkirina peymanê kir. Di encama nîqaşa de 6’ê Gulanê şaredarî û şîrket gihaştin encamê ku peymanê fesih bikin.

Niha komkirina çopê ji aliyê şaredariyê ve tê kirin. Lê ji ber ku niha radestkirina kar tê kirin, ev çend roj e çopa li bajêr baş nayê komkirin.

Şaredariyê diyar kir ku ji niha û pê de dê şaredarî çopê kom bike, lê di demên pêş de dikarin rêbazên cuda nîqaş bikin. Têkildarî detayan dê şaredarî daxuyaniyeke fermî bide.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev demek dirêj e gelê Qamişloyê ji ber kombûna çopê gilî dikirin.

(bî/he)

ANHA