Hêzên hikumeta demkî li Şêxmeqsûdê 2 ciwan girtin

Dewriyeyên Hêzên Ewlekariya Giştî yên hikumeta demkî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, ji ber ku wêne û sembolên kurdî di telefonên wan de dîtin, 2 ciwan girtin.

Hêzên hikumeta demkî li Şêxmeqsûdê 2 ciwan girtin
12 gulan, 2026   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Duşemê dewriyeyên Hêzên Ewlekariya Giştî yên hikumeta demkî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji ber ku wêne û sembolên kurdî di telefonên wan dîtin, 2 ciwan girtin.

Şahidên bûyerê ji ajansa me re got dewriyeyên Hêzên Ewlekariya Giştî yên girêdayî hikumeta demkî bi dehan ciwan li nêzîkî herêma goristanê û kolana dibistanan a taxa Şêxmeqsûdê rawestandin û li telefonên wan mêzand.

Şahidan destnîşan kir ku 2 ciwan hatine girtin, bêyî ku hûrgiliyên din bidin.

(k)