Şaredariya Qamişloyê sûkeke sebzeyan vekir

Şaredariya Gel a Qamişloyê sûkeke sebzeyan vekir. 160 firoşkar dê sûdê ji sûka nû bigirin. Bi rêya  sûkê  jî qerebalixa li sûka bajêr sivik dibe.

Şaredariya Qamişloyê sûkeke sebzeyan vekir
Şaredariya Qamişloyê sûkeke sebzeyan vekir
Şaredariya Qamişloyê sûkeke sebzeyan vekir
Şaredariya Qamişloyê sûkeke sebzeyan vekir
Şaredariya Qamişloyê sûkeke sebzeyan vekir
Şaredariya Qamişloyê sûkeke sebzeyan vekir
30 hezîran, 2024   13:19
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo vê sibê sûkeke nû ya sebzeyan li kêleka sûka goşt (qesaban) li bajêr vekir. 

Vekirina vê sûkê yek ji plansaziya Şaredariya Gel a Qamişloyê ya îsal e, bi lihevkirina li gel firoşkarên erebeyên gerok pêk hat. Di heman demê de li ser giliyên şêniyan ku sûka sebzeyan a berê qerebalix e hat vekirin.

Şaredarî banê sûkê çêkir, zemîna wî ya bi rûbera 2 hezar û 400 metredam zift ki û ji bo her firoşkarek jî 3 metredam diyar kir da ku kelûpelên xwe bifiroşe.

Hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Emel Şemdîn  der barê sûkê de agahî dan ajansa me. Emel Şemdîn diyar kir ku  ku avakirina vê sûkê 2 mehan dewam kir û got, armanca ji vê projeyê sivikirina qerebalixa di nava bajêr de ya bi sedema belavbûna bêrêxstinkirî ya erebeyên firoşkarên gerok e.

Li gorî hevserokatiya şaredariyê lêçûna projeyê 60 hezar dolar derbas kiriye.

(şx)

ANHA