Şaredariya Mensûra ya Tebqa xebatên dabînkirina avê dan destpêkirin

Şaredariya Gel a bajarê Mensûra ya kantona Tebqayê, ji bo dabînkirina avê ji bajar û bajarokên girêdayî wê re, xebatên siwarkirina torên nû, kolandina bîran û sererastkirina pombeyan dan destpêkirin.

22 tebax, 2025   11:40
TEBQA

Şaredariya Gel a bajarê Mensûra ya girêdayî kantona Tebqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzexebatên bi armanca dabînkirina avê vexwarinê bi awayekî baş dan destpêkirin.

Ji van xebatan, dirêjkirina toreke nû li taxa Wefa ya bajarokê Hinêde yê başûrê bajarê Menûsra, bi dirêjahiya 4 hezar û 200 metre, eşkêla 160 mm û zexta 10 bar e. Ev tor wê xizmetê bide 7 hezar şêniyên taxê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şêniyên vê taxê bi lêçûnên xwe yên şexsî torên avê siwar dikirin û ev jî zêdegavî dihat dîtin. Li gorî Şaredariya Gel a Mensûra ev zêdegavî hatin rakirin û ev xebat hat destpêkirin ku av ji taxê re bê peydakirin. Wê di destpêka Îlonê de ev xebat bikeve pratîkê.

Şaredariya Gel di 19ˊê Tebaxê de xebata kolandina 3 bîran li stasyona pombekirinê ya Hinêde dabû destpêkirin. Armanc jî tesfiyekirina avê û bi du pompeyên ku berê di stasyonê de hatine nûjekirinê ve girêdan.

Lê ji ber ku pompe têra herêmê nake, dê pompeya sêyemîn bi hêza 250 hespî li stasyona Hinêde were zêdekirin. Hevserokê Şaredariya Gel a Menûsra Salih El Salih der barê mijarê de got: "Dê pombe, piştî van xebatan, avê ji zêdetirî 40 hezar şêniyên bajarok re dabîn bike."

Li kêlek van xebatan, şaredarî du pompeyên avê didin Mensûra ku her pombeyek 180 hesp e û di saetê de 300 metrekab avê dide, çaksaz bike. Ev pombe avê dide bajar bi giştî û gundên derdorêç

Ev xebat, di nava kedên ku şaredarî ji bo başkirina xizmetguzariyên avê û dabînkirina pêdiviyên welatiyan de pêk tên.

(fr)

ANHA