Li Siwêdayê ji ber ambargoyê jiyana 20 zarokan di xeteriyê de ye

Hat ragihandin ku ji ber ambargoya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser Siwêdayê jiyana 20 zarokên nexweşên akromegaliyê di xeteriyê de ye. Çavlakvanên Siwêdayê der barê de kampanyayek da destpêkirin.

Li Siwêdayê ji ber ambargoyê jiyana 20 zarokan di xeteriyê de ye
22 tebax, 2025   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber ambargoya ku hikumet veguhêz a Sûriyeyê ya li ser Siwêdayê, rê nayê dayîn ku derziyên HGH, ku ji bo zarokên bi akromegaliyê (nexweşiya hormona mezinbûnê) bi lezgînî hewce ne, werin şandin.

Çalakvanên ji Siwêdayê, bal kişandin ser xeteriya ku ji ber 20 zarokên bi akromegaliyê li Siwêdayê çêdibe, li ser torên medyaya dîjîtal bi hashtaga #انقذوا_نايا_ورفقاتا (Naya û hevalên w rizgar bikin) kampanyayek da destpêkirin.

Çalakvan Enîs Selûm, apê Naya ya 6 salî, ku bi akromegaliyê ketiye, diyar kir ku biraziya wî bi lezgînî hewceyê derziyên HGHˊê ye, û got ku heke derzî neyên dayîn, jiyana 20 zarokan, tevî wê, dê bikeve xeteriyê.

Komeleya Dostên Nexweşên Gurçikan a Siwêdayê, çend roj berê di daxuyaniyekê de bal kişand ser kêmbûna pêdiviyên pêwîst ji bo dermankirina nexweşên gurçikan li Siwêdayê û diyar kir ku hikumeta veguhêz mijara tenduristiyê li dijî bajêr bi kar tîne.

Di daxuyaniya komeleyê de hat destnîşankirin ku 1350 nexweşên li Siwêdayê di xetereyê de ne û ji rêxistinên navneteweyî daxwaza alîkariya lezgîn kir.

(k)