Şaredariya Hecînê dest bi projeya stasyona avê kir

Şaredariya Gel a bajarê Hecînê hewl dide bi rêya danîna tabloyên enerjiya tavê, avê ji şêniyan re peyda bike.

9 cotmeh, 2024   07:10
DÊRAZOR

Şaredariya Gel a bajarê Hecînê yê rojhilatê kantona Dêrazorê dest bi danîna tabloyên enerjiya tavê, ji bo kişandina avê, kir. Ev tablo dê kehrebeyê ji stasyona avê ya bajêr re peyda bikin û di encamê de saetên xebitîna stasyonê zêde bibin.

Di serî de erd hat rastkirin, kortên ji bo tesbîtkirina tabloyan hatin kolandin û stûnên taybet hatin danîn. Her wiha heta niha xebat dewam dike.

Şaredariyê da zanîn ku dê ev proje saetên xebitîna stasyonê dirêj bike. Dê stasyon ronae ji 8 saetan heta 18 saetan bixebite.

Stasyona Hecînê avê ji nêzî 50 hezar welatiyên taxên wekî taxên Işrîn, taxa Sûk, taxa Qela û taxa Zir re peyda dike.

Her wiha şaredariyê diyar kir ku armanc ji projeyê zêdekirina saetên xebitîna stasyonê û sivikkirina barê şêniyan e.

Di projeyê de 272 tabloyên enerjiya tavê bi 191 hezar û 760 watî hatine danîn.

Şaredariyê da zanîn ku ev proje piştî projeya dînamoya avdanê ya Til El Ceabî ya duyemîn e. Her wiha hat destnîşankirin ku çaverê ye proje di 45 rojan de bi dawî bibe.

(mh)

ANHA