‘Ji bo heqîqetê em ê li ser şopa şehîdên çapemeniya azad bin’

Nûçegihanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew bi saya rojnamevanên pêşeng Gurbetellî Ersoz, Nûjiyen Erhan û Dilîşan Îbîş gihaştinê vê rojê û got “Dagirker bi êrişên xwe tu carî nikarin dengê me têk bibin, em ê ji bo ragihandina rastiyê tê bikoşin.”

‘Ji bo heqîqetê em ê li ser şopa şehîdên çapemeniya azad bin’
9 cotmeh, 2024   04:10
QAMIŞLO
ZEYNEB ŞÊXO

Nûçegihanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 11`emîn a Roja Rojnamevaniyê ya Jinên Kurd ji ajansa me re axivîn, şehîdên çapemeniya azad bi bîr anîn û ev roj li rojnamevanên jin pîroz kir.

Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ya Efrîn û Şehbayê Roj Denîz şehîdên ku ji bo heqîqetê canê xwe feda kiriye bi bîr anîn û diyar kir ku erka ku dikeve ser milê wan, pêk tînin û wiha got: "Em ê bi kamera û pênûsa xwe bibin dengê rastiyê û rastiya dagirkeriyê û kiryarên wan ji raya giştî re ragihînin.”

Nûçegihana Ronahî TV’yê Cûdî Elî destnîşan kir ku rojnamegeriya jinan bi keda jinan a li hember zîhniyeta desthilatdariyê gihaştiyê vê rojê û ev roj ji bo jinên rojanamevan pîroz e û got: "Şehîd Gurbetellî Ersoz, Denîz Firat, Nûjiya Erhan Dilîşan Îbîş û gelek rojnamevanên din ji bo vê rastiyê canê xwe feda kir.”

Cûdî Elî diyar kir ku bi saya keda şehîdên rojnamevan li Rojavayê Kurdistanê çapemenî bi pêş dikeve. Dezgehên ragihandina jinan wekî Star FM, Ajansa NûJinha û Jin TV, bi rêya van dezgehan gelek gavên mezin hatine avêtin.

Nûçegihana Rojava TV’yê Mereh Emîn jî da xuyakirin ku bi şoreşa Rojeva re jinan di gelek qadên jiyanê de cihê xwe girtiye. Beriya şoreşê jinan nedikarî di qadên jiyanê de cihê xwe bigirin lê îro jin di vê qadê de pêşengiyê dikin lê niha jin bûne dengê civakê û pêşengiyê dikin.

Mereh Emîn diyar kir ku ev mîrasa ku şehîd Gurbetellî Ersoz û şehîdên çapemendiya jin a azad ji bo wan hiştiye, ji bo wan cihê watedayînê ye û wiha got: “Em jî di hemû qadan de, bi nivîs û kameraya xwe dibin şopdarên rêya şehîdên xwe û dibin dengê rastiyê."

Her wiha nûçegihana Jin TV’yê Loristan Derwîş jî di şexsê Gurbetellî Ersoz, Gulistan Tara û Hêro Behadîn de şehîdên çapemeniya azad bi bîr anîn û wiha got: “Em bi saya rojnamevanên jin ên pêşeng mîna Gurbetellî Ersoz, gihaştinê vê rojê.”

Loristanê bal kişand ser ragihandina jinan ku bi israra şehîd Gurnetellî Ersoz di şert û mercên herî zehmet de hat vê astê. Loristanê diyar kir ku heta niha êrişên dagirkeriyê yên li dijî rojnamevanên jin didomin û wiha got: "Dagirker bi êrişên xwe tu carî nikarin dengê me têk bibin, em ê her tim şopdarê rêya şehîdên ragihandina azad bin.”

ANHA