Şaredariya Girkê Legê xebatên xwe nirxandin û plansaziya sala bê danî

Şaredariya Gel a Girkê Legê, ji bo nîqaşkirina xebatên di 2025ˊan de hatin pêkanîn, danîna plansaziya sala bê, civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de girîngî ji bo pêşxistina xizmetguzariyan, xurtkirina hevkariyê di nava komîteyan de ji bo misogerkirina dabînkirina hewcedariyên şêniyan hat dayîn.

11 mijdar, 2025   17:09
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de kar û xebatên ku di 2025’an de hatine kirin û danîna plansaziya xebatê ya sala bê hatin nîqaşkirin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê hevseroka şaredariyê Gulnar El Hisên rewşa giştî ya herêmê nirxand û giringî da pêşxistina xizmetguzariyan di pêkanîna hewcedariyên şêniyan de.

Girêdayî mijarê, rapora salê hat xwendin û tê de behsa xebatên qîrkirina rêyan, başkirina rewşa xizmetguzarî li bajêr û avakirina konalîzasyonan, hat kirin.

Paşê, endamê rêveber ê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mela Şerîf li ser rewşa siyasî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û destnîşan kir ku sîstema nenavendî û Rêveberiya Xweser çareseriya herî guncaw ji bo misogeriya edalet û jiyana hevbeş di nava pêkhateyan de ye.

Şêwirmenda Şaredariyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zeyneb Murad di civînê de diyar kir ku divê şaredariya Girkê Legê bi hemû karker, beş û şaxên xwe kar û erkên ku ji bo wê hatine destnîşankirin pêk bînin, xizmetan pêşkêş bikin û pêdiviyên bingehîn ên şêniyan dabîn bikin.

Piştre bi rêya sînevizyonekê xebatên par hatin pêşkêşkirin. Beşdaran jî rêbazên pêxşistina xebata şaredariyê û geşkirina hevkariyê di nava komîteyan de ji bo xebata sala bê pêşniyar kirin.

Xelkê Girkê Legê ji şaredariyê daxwaz kir ku girîngiyek zêde bi bajêr, xizmetguzariyên paqijiyê û qîrkirina rêyan pêşkêş bike.

Civîn bi danîna plansaziya sala bê wek qîrkirina hîn rêyan û destpêkirina xebatên sererastkirina kanalîzasyonan, bi dawî bû.

(ac/fr)

ANHA