Yekitiya Kedkaran konferansa xwe ya 2'yemîn li dar xist

Yekitiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa xwe ya 2'yemîn li dar xist. Di konferansê de hevserokatiyeke nû û meclisa ku ji 28 endaman pêk tê hatin hilbijartin, guhertin di rêziknameyê de hatin kirin.

Yekitiya Kedkaran konferansa xwe ya 2'yemîn li dar xist
Yekitiya Kedkaran konferansa xwe ya 2'yemîn li dar xist
Yekitiya Kedkaran konferansa xwe ya 2'yemîn li dar xist
Yekitiya Kedkaran konferansa xwe ya 2'yemîn li dar xist
Yekitiya Kedkaran konferansa xwe ya 2'yemîn li dar xist
Yekitiya Kedkaran konferansa xwe ya 2'yemîn li dar xist
Yekitiya Kedkaran konferansa xwe ya 2'yemîn li dar xist
11 mijdar, 2025   18:01
HESEKÊ

Yekitiya Kedkaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa xwe ya 2'yemîn bi dirûşma "Bi yekitî û rêxistinê em mafên kedkaran biparêzin" li dar xist. Di konferansê de nêzî hezar endam, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên wê, saziyên jinan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û serokeşîr amade bûn.

Di konferansê de hevseroka yekitiyê Hemîde Ehmed bixêrhatina mêvanan kir û diyar kir ku ew îro di bin ala xebata birûmet, vîna azad û rûmeta mirovahiyê de dicivin.

Hemîde anî ziman ku "Kongreya me ne xebateke rêxistinî ye, lê werçerxeke têkoşînê ye ku em tê de teqeziyê li ser pransîbên sabît ên edaleta civakî, mafên karkeran û wekheviyê di firset, parastina rûmet, mirovî û hilberînê de dikin."

Bi navê Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediye Yûsif li ser rewşa siyasî ya herêmê axivî û got ku Rêber Abdullah Ocalan kedkarê herî mezin e ku jiyana xwe ji bo avakirina civakekê ku tê de mirov xwedî wate be, oxir kir.

Hediye Yûsif diyar kir ku herêm di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û ev qonax bi berxwedan û têkoşîna gel li hember aloziyên xwecihî, herêmî û navneteweyî ku hewl didin timayên xwe pêk bînin wesif kir.

Hediye destnîşan kir ku kes nizane bê ka pêşeroja ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji bo wê dixebite çawa ye, gelo ew ê tundraw be, yan wekî serdema Baas be yan jî demokratîk be?

Di berdewama axaftina xwe de Hediye da zanîn ku cîhan û gelê Sûriyeyê bi taybet siberja Sûriyeyê ya ku şer û krîzan di salên borî de wêran kiriye û şêweya rêvebirin, maf û azadiyan dişopîne û got, "Ji mafê hemûyan e ku bizanin çi li qada siyasî rû dide."

Hediye aşkera kir ku hikumeta veguhêz îro li ser xurtkirina desthilata xwe û wergirtina rewabûnê li Sûriyeyê û cîhanê dixebite, lê aliyên eleqedar bi vê dosyayê bi rêya hevdîtin û civînan diyar dikin ku pêwîst e pergala birêvebirinê li Sûriyeyê demokratîk be, da ku mafên kêmnetewe were misogerkirin û di hikumeta nû de nûnertiyê bikin û got, "Hikumeta tiştên tên pêşkêşkirin qebûl dike, lê şerta rewabûna pergala heyî ye. Lê tiştê em li ser erdê dibînin bi nîqaşên li nava qada navneteweyî û herêmî tên kirin berevajî ye. Me komkujiyên li perava Sûriyeyê û Siwêdayê dîtin û em rojane binpêkirinên li Efrîn, Hums, Laziqiyê û herêmên din tên kirin, dişopînin."

Hediye anî ziman ku hîna li herêmên hikumeta veguhêz tevlihev û bêîstîqrarî didomin, ji ber ku hikumeta heyî ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê nehat avakirin û "Danezana destûrî" rewşa Sûriyeyiyan texmîn dikir temsîl nake.

Hediye bal kişand ser hevdîtinên berê yên di navbera serokê hikumeta veguhêz, serokê Amerîkayê, berpirsên Tirkan de pêk hatine û nîqaşên der barê siberja Sûriyeyê û çarenûsa wê de û got: "Cîhan siberja Sûriyeyê nîqaş dike û difikirin ku şêweya wê çawa be, lê daxwazên gelê Sûriyeyê paşguh dikin. Divê gelê Sûriyeyê bi xwe biryara şêweya pergala birêvebirinê ya siberoja Sûriyeyê bide."

Hediye diyar kir ku ger hikumeta veguhêz di avakirina siberjeke demokratîk de bi ser nekeve egera şerekî navxweyî heye.

Hediye Yûsif bal kişand ser danûstandinên di navbera şandeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de û got ku hikumeta veguhêz dixwaze pergaleke yekalî û navendî bide meşandin, lê der barê entegrasyonê de lihevkirina devkî çêbû.

Cîgirê hevserokatiya Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm El Sultan got ku modela Rêveberiya Xweser di salên borî de pêş ket û civaka sivîl jî rola xwe lîst û di qonaxên rizgarkirinê û avakirina komîn, meclis û saziyan de kedkar xwedî roleke mezin bûn.

Hevseroka TEV-DEM'ê Remziye Mihemed jî axivî û got ji destpêka şoreşê ve civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe li gorî projeya neteweya demokratîk rêxistin kir û bûn nimûneya li ser asta cîhanê û diyar kir ku "Ev proje milkê tevahî pêkhate û civakên li Bakur û rjhilatê Sûriyeyê dijî û ji bo Sûriyeya siberjê ye" û bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, girîngî û bandora wê li ser herêmê.

Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Farûq El Maşî li ser rola kedkaran di avakirina Sûriyeyê bi giştî de axivî û got: "Kedkaran mohra xwe li dîroka Sûriyeyê xist."

Cîgira Meclisa Jinan a TEV-DEM'ê Şêrîn Hesen jî da zanîn ku yekitiya kedkaran rihê xebata kolektîv û têkoşîna hevpar a di oxira rûmet û edaleta civakî de nîşan dide, lê dayik sembola mezin a keda mirovan e.

Şêrîn bal kişand ser girîngiya rla jinan weke beş ji hewlên avakirina civakê û siberoja li ser bingehên edalet, wekhevî û dayînê.

Piştre peyamên sazî û meclisên kantonan hatin xwendin, tê de lidarxistina konferansê hat pîrozkirin. Ji nav wan peyamên Yekitiya Karkeran a Silêmaniyê, Yekitiya Karkeran a Ketalonyayê û ya herêma Bask hatin xwendin.

Piştre rapora xebatên 2 salan bi sînevîzyonekê hat pêşandan û rêzikname bi kesên beşdar re hat nîqaşkirin û guhertin.

Di dawiya konferansê de meclisa giştî ya ku ji 28 endaman pêk tê, Hemîde Ehmed û Şêro Şero wekî hevserokatiyên nû, hatin hilbijartin.

(mh/fr)

ANHA