Şaredariya Gel a Hesekê Koşeya Ewlehiyê paqij dike

Beşa Paqijiyê yê Şaredariya Gel a Hesekê dest bi rakirina ax û gemara li taxên Çarkoşeya Ewlehiyê kir. Ev dever berê di bin kontrola rejîma Baasê de bû.

Şaredariya Gel a Hesekê Koşeya Ewlehiyê paqij dike
Şaredariya Gel a Hesekê Koşeya Ewlehiyê paqij dike
Şaredariya Gel a Hesekê Koşeya Ewlehiyê paqij dike
Şaredariya Gel a Hesekê Koşeya Ewlehiyê paqij dike
Şaredariya Gel a Hesekê Koşeya Ewlehiyê paqij dike
Şaredariya Gel a Hesekê Koşeya Ewlehiyê paqij dike
Şaredariya Gel a Hesekê Koşeya Ewlehiyê paqij dike
8 ÇILE, 2025   12:59
HESEKÊ

Dema ku Çarokoşya Ewlehiyê ya li bajarê Hesekê di bin kontrola rejîma Baasê de bû, rê bi blokên çîmentoyê hatibûn girtin û hin dever jî veguherîbûn cihê kombûna gemarê, wek garaja kevn a ku ji aliyê şaredariya rejîmê ve wek navendeke avêtina gemarê dihate bikaranîn.

Bi rûxandina rejîma Baasê re, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derbasî wan taxan bû da ku xizmetguzariyê pêşkêş bike. Şaredariya Gel a Hesekê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi kampanyaya paqijkirina wan taxan kir.

Li gorî berpirsên beşa paqijiyê, dê bermahiyên kombûyî bêne rakirin û cihên ku di salên borî de hatine paşguhkirin, bêne paqijkirin û rê jî bêne vekirin.

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya Rêveberiya Trafîkê ya Hesekê û Şaredariya Gel ji bo hêsankirina çûn û hatinê, rêyên ku diçin qada asayîşê ku bi blokên çîmentoyê hatibûn girtin, vekirin.

Beşa Paqijiyê tekez kir ku ev kampanya beşeke plana berfireh a ji bo paqijkirina hemû taxên Çargoşeya Ewlehiyê ye û heta hemû gemar bê rakirin dê dewam bike û hemû rêyên girtî li deverê bên vekirin.

(k)