Şaredariya Gel a Hesekê kar û xebatên 6 mehan nirxand

Şaredariya Gel a Hesekê kar û xebatên 6 mehan, astengiyên li pêşiya wan xebatan derketine, nîqaş kirin û li ser esasê wê nîqaşê plansazî danî.

31 tîrmeh, 2025   18:45
HESEKÊ

Şaredariya Gel a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ji bo ku kar û xebatên xwe yên 6 mehan, rewşa xizmetguzarî û rêveberî ya bajêr binirxîne, li xwaringeha Mar Bîla civînek li dar xist.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebduxenî Oso rewşa siyasî ya herêmê, gavên yekalî yên ku hikumeta veguhêz a Şamê ji bo sepandina desthilata xwe davêje, nirxandin.

Dûre rapora 6 mehan a şaredariyê, ji aliyê hevseroka şaredariyê Inûd Deqûrî ve hate xwendin.

Di raporê de hate aşkerakirin ku kolanên taxa Zihûr, Xiwêran, rêyên stratejîk ên bajêr hatine ziftkirin. Her wiha li xwediyên jeneratorên ne li gorî biryarên şaredariyê tev digerin û avahiyên derqanûnî muxelefe hatine birîn. 

Dûre astengiyên li pêşiya xebatên şaredariyê derdikevin mîna derfetên kêm, peydakirina madeyên pêwîst bi derengî, her wiha pêwîstiya xurtkirina koordîneya di navbera komîteyan de û çalakkirina rola komînan di çavdêriyê de û şopandina giliyên şêniyan, hatin nîqaşkirin.

Ji bo pêşxistina kar û xebatên şaredariyê der barê firehkirina plansaziyê û çakkirina rê û kanalîzasyonên li deverên ku ev xebat tê de kêm in, meşandina projeyên nû di 6 mehên bê de, xurtkirina hişmendiya paqijiyê, pêşniyar hatin kirin.

Di dawiya civînê de teqezî bi amadekirina plansaziyeke giştî li gorî pêşniyarên komînan hate kirin,

(şx)

ANHA