Biryarên nû ji bo piştgiriya çandiniyê

Meclisa Aboriyê û Çandiniyê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya çandiniyê, gelek biryar girtin. Jê peydakirina pêdiviyên hilberandinê, serjimarkirina sewalvaniyê, amadekirina navendên kirîna genim û aktîfkirina koperatîfan.

Biryarên nû ji bo piştgiriya çandiniyê
Biryarên nû ji bo piştgiriya çandiniyê
Biryarên nû ji bo piştgiriya çandiniyê
Biryarên nû ji bo piştgiriya çandiniyê
Biryarên nû ji bo piştgiriya çandiniyê
Biryarên nû ji bo piştgiriya çandiniyê
Biryarên nû ji bo piştgiriya çandiniyê
Biryarên nû ji bo piştgiriya çandiniyê
Biryarên nû ji bo piştgiriya çandiniyê
Biryarên nû ji bo piştgiriya çandiniyê
Biryarên nû ji bo piştgiriya çandiniyê
31 tîrmeh, 2025   17:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Aboriyê û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweesr a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo pêxistina çandiniyê û aboriya herêmê, civîna xwe ya asayî li dar xist. Komîteyên meclisê yên kantonan, nûnerên saziyên sivîl, tev li civînê bûn. 

Di civînê de astengiyên li pêşiya çandiniyê û aboriyê derdikevin, plansaziya siberojê hatin nîqaşkirin.

Her wiha di civînê de endama Komîteya Danûstandinan a bi Şamê re Foza Yusif, rewşa siyasî, danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de, nirxandin. Foza balkişand ser pêvajoya danûstandinan û bandorên wê li ser rewşa aborî ya herêmê.

Li gorî malpera Rêveberiya Xweser, kar û xebatên Meclisa Aboriyê û Çandiniyê di dema borî de, wergirtina genim a îsal, mekanîzmeya belavkirina mazotê li ser cotkaran, sewalvanî, piştgiriya pîşesaziyê bi rêya peydakirina sotemeniyê, mekanîzmeyên fînansekirin û teşwîqkirina projeyên aboriya komînal, hatine nirxandin.

Piştî nîqaşkirinê ev biryar hatin girtin:

Sotemenî, semad û tov ji cotkaran re bi rêya peymanên fermi ku komîteyên çandiniyê û yekîneyên îrşadê bi rêve dibin.

Serjimarkirina sewalvaniyê li ser asta herêmê bi rêya komîteyên çandiniyê û yekîneyên îrşadê.

Ji bo ku genimê îsal wer bigirin, divê navendên pêwîst bên amadekirin û binesaziya wê bên sererastkirin.

Çakkirina gistî ya aşan û ji bo ku madeyên pêwîst bi awayekî adil bê parvekirin divê koperatîf werin çakirin.

Li gorî pêwîstiyên pêvajoyê sazkirina qanûna koperatîfan û ji Meclisa Gelan a Demokratîk re bişînin ji bo ku bê erêkirin.

(şx)

ANHA