2 ciwan bi guleyên endamên ewlehiyê hatin kuştin

Di 24 saetan de di 2 bûyerên cuda de 2 ciwan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin. Ev bûyer tevliheviya li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de, nîşan dide.

2 ciwan bi guleyên endamên ewlehiyê hatin kuştin
31 tîrmeh, 2025   19:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundewarê Şamê û li bajêr, di 24 saetên dawîn de di 2 bûyerên cuda de, 2 ciwan ji aliyê endamên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz a Şamê ve hatin kuştin. 

Li gundê Rewda yê herêma Zebedanî, ciwanekî ji 2012`an ve ji rejîmê ve qut bûye, di serdegirtina mala wî de hate kuştin.

Her wiha duh endamên ewlehiyê li taxa Ruknedîn a Şamê ciwanekî ji gundê Merba yê Derayê kuştin. Lê agahiyên der barê bûyerê de û sedemên wê nehatin zanîn.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hejmara kesn di tesfiyekirinê û bûyerên heyfhilanînê de ji destpêka 2025`an ve hatine kuştin, 884 kes e jê 16 zarok, 838 mêr û 30 jin hene.

(şx)