Şaredariya Dirbêsiyê xebatên 2025ˊan nirxandin û plansaziya 2026ˊan danî

Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de xebatên 2025ˊan hatine pêkanîn hatin pêşkêşkirin û plansaziya 2026ˊan hat danîn.

Şaredariya Dirbêsiyê xebatên 2025ˊan nirxandin û plansaziya 2026ˊan danî
Şaredariya Dirbêsiyê xebatên 2025ˊan nirxandin û plansaziya 2026ˊan danî
Şaredariya Dirbêsiyê xebatên 2025ˊan nirxandin û plansaziya 2026ˊan danî
Şaredariya Dirbêsiyê xebatên 2025ˊan nirxandin û plansaziya 2026ˊan danî
Şaredariya Dirbêsiyê xebatên 2025ˊan nirxandin û plansaziya 2026ˊan danî
Şaredariya Dirbêsiyê xebatên 2025ˊan nirxandin û plansaziya 2026ˊan danî
Şaredariya Dirbêsiyê xebatên 2025ˊan nirxandin û plansaziya 2026ˊan danî
12 mijdar, 2025   21:09
HESEKÊ

Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê yê kantoan Cizîrê bi amadebûna nûnerên komînan û saziyên sivîl ên bajêr civîna xwe ya salane li Navenda Çand û Hunerê li dar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê Ahîn Elî rapora salê xwend.

Di raporê de xebatên hatine kirine, wek kanalîzasyonên li gundê Xas, Til Kerem û Ebû Kala, berfirehkirina torên avê li nava bajêr, kirîna dînamoyên avê û jenetorên kehrebê ji bo pêxistina bîran, kargeha qîrê ya di nava gundên Omer Zobaş û Til Beqer de, hatin pêşkêşkirin. Lêçûna van giştî xebatan 247 hezar dolar bû.

Piştre sînevîzyonek li ser xebatên şaredariyên yên 2025ˊan hat pêşandan, rewşa rêxistinî hat nîqaşkirin.

Di dawiyê de plansaziya sala bê hat diyarkirin; weke xîzkirin û qîrkirina rêyên li gundê girêdayî Dirbêsiyê, xebatên xizmetguzariyê li bajêr weke danîna kevirên enterlok, kirîna dînamoyên bîran.

(fr)

ANHA