Hêzên Xweparastinê bi şênî û malbatên şehîdan ên Dêrazorê re civiyan

Fermandarê Giştî yê Hêzên Xweparastinê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûrî Mehmûd, bi malbatên şehîdan û şêniyên kantona Dêrazorê re civiya û diyar kir ku "Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di yekitîya pêkhateyan û rûbirûbûna planên derve yên dijî mozaîka civakî de modelek serketî ye."

12 mijdar, 2025   21:02
DÊRAZORÊ

Di çarçoveya pêxşistina yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştgiriya malbatên şehîdan de, Hêzên Xweparastinê bi malbatên şehîdan û xelkê kantona Dêrazorê re civiyan. Civîn li hola Meclisa Sivîl a herêma Meamil a kantonê hat organîzekirin.

Di civînê de endam û fermandarên QSDˊê, şêx û rûspiyên eşîran, xelk û malbatên şehîdan ên kantona Dêrazorê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Xweparastinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre Fermandarê Giştî yê Hêzên Xweparastinê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûrî Mehmûd bixêrhatina beşdaran kir. Mehmûd li ser rewşa siyasî ya li herêmê ya piştî hilweşîna rejîma Baasˊê û hewlên hin hêzan û dewletên derve yên destwerdana li kar û barên Sûriyeyê kir.

Mehmûd diyar kir ku "Piştî û bihêzkirina hin koman hişt ku ewlehî û îstîqrara li herêmê bandor bibe. Wê jî derfet li pêş çeteyên DAIŞˊê vekir ku xwe ji nû ve bi rêxistin bikin."

Mehmûd girîngî da yekitî û lihevkirina civakî di nava pêkhateyên herêmê de û got, "Rêveberiya Xweser di yekitiya pêkhateyan û rûbirûbûna planên derve yên dijî mozaîka civakî de modeleke serkeftî ye."

Di berdewama axaftina xwe de Mehmûd bal kişand ser rola saziyên xizmetguzarî ji bo peydakirina xizmetkirina hemû pêkhateyan û got girîngî bi rûbirûbûna gefan û ambargoya aborî û siyasî ji bo avakirina civakeke xurt û aram heye.

Di dawiyê de, Nûrî Mehmûd anî ziman ku Hêzên Xweparastinê fedakariyên mezin di oxira berevaniya welat de dan û berxwedana QSDˊê di parastina civak, ewlehî û îstîqrara herêmê de bi bîr xist.

Li aliyekî din jî endama rêveber a Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Xweparastinê Mehmûd Xor Sorkçî anî ziman ku Hêzên Xweparastinê û QSDˊê ne hêzên êrişkar in, lê hêzên parastinî ye û armanca sereke ya van hêzan parastina gelan û berevaniya maf û azadiya wan bû.

Sorkeçî destnîşan kir ku di çarçoveya parastina yekitiya welat, pêkanîna aştî û îstîqrara herêmê de QSDˊê amade ye tev li artêşa Sûriyeyê bibe.

Girêdayî mijarê, yek ji rûspiyên êla El Igêdat Fethî El Utêş bal kişand ser pêwîstiya yekhelwestiyê û pêşxistina hevgirtina neteweyî bi rêya hembêzkirina QSDˊê ku rola xwe di berevaniya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember gefên derve de îsbat kir.

El Utêş rola pêşeng a jina Sûriyeyî, destkeftî û têkoşîna wê ya berdewam di oxira parastina civakê de pîroz kir û got "Jin berê jî û niha jî hîna şirîka bingehîn a avakirina aştiya navxweyî û pêşxistina hevgirtina civakî ye."

Civîn bi girîngîdayîna parastina hevgirtina di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi dawî bû.

(ac/fr)

ANHA