Şaredariya Dirbêsiyê dermanên kêzikan li kolanan dike

Şaredariya Gel a Bajarê Dirbêsiyê, reşandina dermanên kêzik û kelmêşan li kolanên giştî, sereke û taxan dewam dike.

Şaredariya Dirbêsiyê dermanên kêzikan li kolanan dike
17 hezîran, 2026   16:30
HESEKÊ

Di nava xebatên xwe yên parastina tenduristiya giştî, başkirina rewşa xizmetguzarî û sînordarkirina belavbûna kêzik û kelmêşan de tîmên girêdayî Şaredariya Gel a Dirbêsiyê li kolanên giştî, sereke û taxan dermanan direşînin.

Ev xebat di çarçoveya xebatên dewrî yên ku şaredarî ji bo peydakirina jîngeheke tenduristî û paqij ji şêniyan re dike de pêk tê.

Şaredariya diyar kir ku ew ê rewşandina dermanan bidomîne, da ku pirbûna kêzik û kelmêşan kêm bike.

(fr)

ANHA