Li Dirbêsiyê 6 donim genim şewitîn

Li gundê Tirbê yê Dirbêsiyê 6 donim genim şewitîn. Şêniyan beriy rûbera şewatê berfireh bibe, şewat vemirand.

Li Dirbêsiyê 6 donim genim şewitîn
17 hezîran, 2026   16:09
HESEKÊ

Li gundê Tirbê yê bajarokê Sêgir ê Dirbêsiyê agir bi zeviyeke genim ket, di encamê de 6 donim genim şewitîn.

Li gorî agahiyan, beriya ku Tîmên Awarte bigihîjin cihê şewatê, şêniyan lez da, agir vemirand û nehişt bi zeviyên derdorê bikeve.

(fr)

ANHA