Şaredariya Dirbêsiyê bi komînan re civiya

Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê di Mijdarê de bi komînan civiyan. Beşdaran rewşa xizmetguzariyê nîqaş kirin. Şaredarê bajar diyar kir ku hevkarî rêya pişxistin û geşbûnê ye.

Şaredariya Dirbêsiyê bi komînan re civiya
Şaredariya Dirbêsiyê bi komînan re civiya
Şaredariya Dirbêsiyê bi komînan re civiya
Şaredariya Dirbêsiyê bi komînan re civiya
Şaredariya Dirbêsiyê bi komînan re civiya
Şaredariya Dirbêsiyê bi komînan re civiya
Şaredariya Dirbêsiyê bi komînan re civiya
3 kanûn, 2025   17:23
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Di meha borî de, Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, bi armanca pêşxistina mekanîzmayên hevrkarî û têkiliya di navbera şaredariyê û şêniyan de rêze civîn bi komînan re li dar xistin. Di civînan de nirxandinên şêniyan ên der barê rewşa xizmetguzarî û pêdiviyên wan ên bingehîn de hatin guhdarkirin.

Şaredarê Dirbêsiyê Egîd Misto diyar kir ku komîn stûna bingehîn a avakirina civakeke demokratîk e û guhdarîkirina rasterast a daxwazên gel jî rêya herî baş a pêşxistina karê Şaredariyên Gel e.

Egîd Misto anî ziman ku Şaredariya Gel piştî kampanyaya ji nû ve avakirina komînan, dest bi aktîvkirina komîteyên xizmetguzariyê yên di nav wan de kir da ku çarçoveya xebata şaredariyê berfireh bike. Her wiha da zanîn ku civînên komînan bi awayekî asayî têne lidarxistin û di roja şemiyê de ku wekî roja komînan hatiye destnîşankirin,  dersên hişyariyê têne dayîn.

Di civînan de, şêniyan li ser pirsgirêkên xizmetguzariyê di serî de başkirina asta paqijiya giştî, qîrkirina rêyan û dabînkirina domdar a avê nîqaş kirin.

Misto anî ziman ku çareserkirina van pirsgirêkan hevkariya rasterast di navbera şaredarî û niştecihan de hewce dike û diyar kir ku zêdekirina înîsiyatîfên civakî û xebata xwebexş rasterast bandorê li ser başkirina xizmetguzariyê û pêşveçûna bajêr dike.

Şêniyên Dirbêsiyê jî di gelek xebatan de bi şaredariyan re bibû alîkar. Ji wan xebatan: sererastkirina xetên kanalîzasyon û yên avê, sererastkirina bîr û çavkaniyên avê li gundan û ronîkirina kolanan.

Di dawiyê de Şaredarê Dirbêsiyê Egîd bang li her kesî kir ku berpirsiyariya hevpar a parastina paqijiyê û pêşxistina karên xizmetguzariyê hilgirin û got, pêşveçûn û geşbûna bajêr berpirsiyariyek hevbeş e.

(ac/bb)

ANHA