Artêşa Îsraîlê careke din ket gundewarê Quneytîrayê

Dewriyeyên Îsraîlê ketin nav gundên Um El Îzam û Ufanya yên Quneytîrayê û bi ser malan de girtin.

Artêşa Îsraîlê careke din ket gundewarê Quneytîrayê
3 kanûn, 2025   17:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Liv û tevgerên hêzên Îsraîlê li ser sînorê başûr dewam dikin.

Hate zanîn ku dewriyeyeke Îsraîlê ji 2 wesayîtên pêk dihat ket gundê Um El Îzam ê li gundewarê navenda Quneytîrayê.

Paşê, dewriyeyeke din ku ji wesayîtên zirxî pêk dihat ket gundê Ufanya yê gundewarê bakurê Quneytîrayê  bûn. Leşkerên dewriyeyê bi ser malên gundiyan de girtin û bendên kontrolê danîn.

(ac/bb)