Şaredariya Dêrikê basek ji bo şêniyan eyar kir
Şaredariya Gel a Dêrikê bi armanca sivikkirina barê welatiyan basek eyar kir.
Rêya base; gerac, nexweşxaneya Niştîmanî, Qada Şehîd Bayram, Qada Azadî ye. Lêçûna veguhastinê jî ji bo her kesekî hezar lîre ye.
Ajokarê basê Omer Resûl destnîşan kir ku bas bi armanca sivikkirina barê veguhastinê li ser welatiyan e û got 6 rojên destpêkê bê pere bû.
Welatiyê bi navê Ciwan Silêman ji bo vê gavê spasiya şaredariyê kir û da zanîn ku bas di ber dibistana wî re derbas dibe, ev jî barek li ser sivik kir nemaze di vê zivistanê de.
Mehmûd Xelef jî di heman çarçoveyê de diyar kir ku ev gav çûn û hatinê li wan hêsan kir û lêçûna veguhastinê jî sivik kir.
(mh)
ANHA