Ji malbat şehîd Feryat Buldan peyama domandina rêya serxwebûnê

Li pekrewangehê peyama malbata şehîd Feryat Buldan hat xwendin. Malbatê diyar kir ku wan di kêliya nivîsandina peyamê de agahiya şehadeta kurapê şehîd Feryat li çiyayên azad bihîst û got: “Çi dibe bila bibe meşa me ber bi serxwebûnê ve nayê rawestandin.”

Ji malbat şehîd Feryat Buldan peyama domandina rêya serxwebûnê
Ji malbat şehîd Feryat Buldan peyama domandina rêya serxwebûnê
Ji malbat şehîd Feryat Buldan peyama domandina rêya serxwebûnê
Ji malbat şehîd Feryat Buldan peyama domandina rêya serxwebûnê
Ji malbat şehîd Feryat Buldan peyama domandina rêya serxwebûnê
Ji malbat şehîd Feryat Buldan peyama domandina rêya serxwebûnê
Ji malbat şehîd Feryat Buldan peyama domandina rêya serxwebûnê
Ji malbat şehîd Feryat Buldan peyama domandina rêya serxwebûnê
29 mijdar 2023   18:44
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Qamişlo cenazeyê welatiyê ji Mexmûrê (Wargeha Rustem Cûdî) Feryat Buldan ê ku di 24`ê Mijdarê de di encama êrişa balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker de li Minbicê şehîd bûbû li pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişloyê oxirkirin.

Di merasîmê de dost û hevalên şehîd, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star û Kongra Îslama Demokratîk amadebûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê merasîm dest pê kir.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Endama Rêveberiya Meclisa Jin a Komîteya Malbatên Şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman axivî û diyar kir ku dijminê gelan her dem di nava pêkanîna planên dijî îradeya wan de ye, ew ê jî her li hemberî kiryar û sûcên wî bi israr tevbigerin û wiha pê de çû: “Malbata şehîd Feryat Buldan ji malbatên welatparêze, ew ji Mexmûrê hatiye Rojava dewleta Tirk a dagirker ji xortekî têkoşer mîna Feryat tirsyaye, bila bizanibe tevî koçberiyê ew ê her ji aliyê me ve bên redkirin, helwesta me li hemberî dijminê me nayê guhertin. Me soz daye şehîd, ax û Rêber Apo ku em ê her parêzvanê welatê xwe bin.”

Hevserokê Kongra Îslama Demokratîk Mihemed Xerzanî axaftinek kir û destnîşan kir ku ew miletê ku jin bi vê zanebûnê tê de cih bigirin, wê bighê mafê xwe û wiha dom kir: “Dijmin gelek nakokî di nava gelan de danîn, wê Kongra Îslama Demokratîk gel ji van nakokiyên mezhebî û olî rizgar bike. Ji ber wê tê xwestin ku melayên me êdî ji gelê xwe re behsa şikeftên Efrîn, berxwedana şêniyên Serêkaniyê û êşa Amedê bikin, bila behsa êşa gelê xwe bikin.”

Li ser navê malbata şehîd Feryat Buldan Rojnamevan Sozda Oremar axivî û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe dixwaze vîna gelan bişkîne, wê li hemberî wê vînê têk biçe û wiha dewam kir: “Dema em dibêjin Şehîd Namirin, ev gotin ne tenê ser zimane bi rastî jî şehîdên me namirin. Gelê Rojava xwedî şehîd û şoreşê ne, ew ên ku sîxûrtiyê li hemberî têkoşîna gelan dikin ew ê bê hesab nemînin.”

Peyama malbata şehîd Feryat Buldan ji aliyê Ferhat Rodî ve hat xwed, Rodî diyar kir ku bi saya keda bi salan ya gelê me û bi xwîna bi hezaran keçên kezî zer û xortên çav belek her roj qeyd û bendeke zinger girtî ya dagirkerî û bindestiyê t qetandin, doza mwan mezin û berdêlên wê jî mezin in û got: “Barbariya dewleta Tirk a dagirker ji ber bihêzbûn, mezinbûn û hevgirtina me ye, çi dibe bila bibe ew nikarin meşa me ya ber bi serxwebûn û azadiyê ve rawestînin. Ev bîrdoziya mezin, ev rêberê mezin, ev gelê serhildêr, ev şervan û gerîlayên lehen bê tirs misogeriya serkeftina me ne.”

Malbatê di peyama xwe de da zanîn ku di dema nivîsîna peyamê de wan agahiya şehadeta kurê apê şehîd Feryat Buldan, Şahan Gever (Demhat Buldan) girt û wiha dom kir: “Ev dê girêdana me ya bi doza me ve û hêrsa me li hemberî dijmin û dagirkeran mezintir bike.”

Piştî qedandina axaftinan wesîqeya şehîd Feryat Bulden radestî malbateke şehîdan hat kir. Cenazeyê Şehîd Feryat Buldan li ser milan hat rakirin û li pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hat veşartin.

(sb)

ANHA