Mesa ciwanan gihaşt navçeya Tirbespiyê

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ciwanên ku vê sibê ji Qamişloyê ber bi Dêrikê ve dest bi meşê kiribûn, pêşwazî kirin.

Mesa ciwanan gihaşt navçeya Tirbespiyê
Mesa ciwanan gihaşt navçeya Tirbespiyê
Mesa ciwanan gihaşt navçeya Tirbespiyê
Mesa ciwanan gihaşt navçeya Tirbespiyê
Mesa ciwanan gihaşt navçeya Tirbespiyê
Mesa ciwanan gihaşt navçeya Tirbespiyê
Mesa ciwanan gihaşt navçeya Tirbespiyê
Mesa ciwanan gihaşt navçeya Tirbespiyê
Mesa ciwanan gihaşt navçeya Tirbespiyê
29 mijdar 2023   21:31
QAMIŞLO

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê vê êvarê gihaştin Tirbespiyê. Ciwanan di çarçoveya însiyatîfa Tevgera ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan de vê sibê ji kantona Qamişlo dest bi meşê kir. Bi sedan ciwan ji bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li îsniyatîfê dibin.

Li navçeya Tirbespiyê jî, bi sedan şêniyên navçeyê li deriyê têketina navçeyê kom bûn û pêşwaziya ciwanan kir.

Şêniyên navçeyê, li qada Baxçê Mezin tev li mesa ciwanan bûn. Li wir koma şehîd Xebat, koma Til Hemîs berhemên xwe pêşandan û beşdaran govend li ber gerandin. Ciwanan li malên xwe pêşwaziya ciwanan kir.

Ciwan dê meşa xwe ber bi navçeyên Çilaxa û Girkê Legê dewam bikin.

(şx)

ANHA