Şaredariya Çilaxayê li pêşniyarên şêniyan guhdarî kir

Şaredariya Gel a Çilaxayê bi şêniyên bajêr re civiya û ji wan re rewşa dawîn a xizmetguzarî li herêmê, xebatên hatine kirin û yên hîna bi dawî nebûne, şîrove kirin. Her wiha li pêşniyarên wan ên ji bo sala 2025`an guhdarî kir.

Şaredariya Çilaxayê li pêşniyarên şêniyan guhdarî kir
Şaredariya Çilaxayê li pêşniyarên şêniyan guhdarî kir
Şaredariya Çilaxayê li pêşniyarên şêniyan guhdarî kir
Şaredariya Çilaxayê li pêşniyarên şêniyan guhdarî kir
Şaredariya Çilaxayê li pêşniyarên şêniyan guhdarî kir
Şaredariya Çilaxayê li pêşniyarên şêniyan guhdarî kir
Şaredariya Çilaxayê li pêşniyarên şêniyan guhdarî kir
7 tebax, 2024   15:58
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a bajarê Çilaxa ya kantona Cizîrê bi şêniyên bajar û gundan, komîteyên xizmetguzarî yên komînan re civiya û xebatên xwe yên dawîn ji wan re şîrove kirin. Her wiha li pêşniyarên wan ên ji bo sala 2025`an guhdarî kir. 

Şaredariyê civîn li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li dar xist. Hevseorkê komînên bajêr, komîteyên xizmetguzariyê, endamên şaredariyê û daîreya avê tev li civînê bûn.

Hevserokê şaredariyê, Feylsel Hesen axivî û got: "Her sale m bi xelkê xwe re dicivin ji bo ku li pêşinyarên wan guhdar bikin, ji Meclisa Rêveber a Desteya Şaredariyan re ragihînin û wê li ser plansaziya 2025`an zêde bikin."

Hesen wiha domand: "Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de, derengmayîna şîrketê di meşandina kar de û hatina zivistanê, piraniya projeyên di plansaziya 2023`yan de yên girêdayî rêya, avê, kanalîzasyonê dest pê nebûne. Tevahî kar rawestiya û heta havîna 2024`an hatin taloqkirin."

Hesen da zanîn ku li ser pêşniyarên şêniyan di civîna sala 2023`yan de, torên kanalîsazyonê yên şaxî yên taxa Xesan Kenefenî bi dirêjahiya hezar metre û lêçûna 17 hezar û 647 dolarî dest pê kiriye û ji sedî 90`ê wê temam bûye. Têkildarî trafîkê Hesen anî ziman ku şaredariyê peyareyek li kolana giştî bi dirêjahiya 2 kîlometreyan û lêçûna 55 hezar û 673 dolarî li têketina bajêr a ji milê rojhilat û rojava, ava kiriye.

Der barê projeyên Daîreya Avê ya Şaredariya Gel de, li gorî Hesen diyar kir ku şaredariyê, tora avê li gundê Emarat ê rojilatê bajêr bi dirêjahiya 600 metreyî û lêçûna 6 hezar dolarî bi cih kiriye.

Hesen wiha pê çû: "Ji bo rewşên awarte jî, bîr hatin kolandin. Daîreyê 5 xatasên avê bi lêçûna 8 hezar dolar kirîn. Şaredariyê kolana giştî; ji têketina bajêr a rojhilat heta dawiya têketina bajêr li aliyê rojava ronî kir.

Hesen aşkera kir ku destpêka vê mehê, şaredariyê yekemîn projeyên xwe yên ji bo sala 2024`an kir. rêya ji gundê Hemra El Xemir heta rêya navneteweyî zift kir. di rojên bê de dê projeyên kanalîsazyonê û ziftkirina rêyan li bajarê Çilaxa temam bike û tora avê firehtir bike. Dawiya vê mehê, dê dest bi tevahî projeyên sala 2023 û 2024 bikin."

Dûre, şêniyan nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin ku piraniya wan li ser firehkirina torên kanalîzasyonê, ziftkirina rêyan, torên avê li gundan. Beşek jê dê îsal dest pê bibin û beşek jî li plansaziya 2025`an zêde bû.

Çaverêye ku şaredarî mîna vê civînê, li bajarokên Çilaxa, Abra, Kîşk, gundan werin lidarxistin û li pêşniyarên şêniyan bê guhdarkirin.

(şx)

ANHA