Dayika zarokê birîndar detayên êrişa li Dêrazorê aşkera kirin

"Em ji hovîtiyê û kuştina li herêmên hikumeta Şamê reviyan ku bi ewle bijîn, lê dîsa jî li pey me hatin û êriş me kirin" bi van gotinan dayîka zarokê birîndar Ehmed El Xelîl, Fatme Mihemed behsa êrişê kir. 

Dayika zarokê birîndar detayên êrişa li Dêrazorê aşkera kirin
Dayika zarokê birîndar detayên êrişa li Dêrazorê aşkera kirin
Dayika zarokê birîndar detayên êrişa li Dêrazorê aşkera kirin
Dayika zarokê birîndar detayên êrişa li Dêrazorê aşkera kirin
7 tebax, 2024   16:25
DÊRAZOR
FATME MIHEMED

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên "Dîfa Watanî" duh êvarê û vê sibê bi çekên giran û sivik  êriş bajar û bajarokên rojhilatê kantona Dêrazorê kirin û di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişê daxuyanî da û ragihand ku di êrişê de 2 sivîl şehîd bûne û 7 jî birîndar bûne.

Di nava birîndaran de 2 zarok hene. Yek ji wan bi navê Ehmed El Xelîl (9) e ku ji bajarokê Ebû Hemam e. El Xelîl li nexweşxaneya Hecîn tê dermankirin. Dayika wî Fatme Mihemed ku ji herêma El Bû Omer a rojavayê Firatê koçber bûye û li bajarokê bi cih bûye detayên êrişê wiha vegotin: "Ez û malbata xwe rûniştibûn. Ji nişkan ve êrişê dest pê kir."

Fatme wiha domand: "Saet 5:30 bû, topek li mala me ket. Zarok û hevjînê min birîndar bûn. Baş e ku birîna wan sivik e. Lê ya Ehmed girantir e. Me bi alîkariya cîranan Ehmed bir nexweşxaneya Hecînê."

Di dawiyê de Fatme bi dilşewat got: "Gunehê me çi ye. Em ji herêmên rejîmê revîn ji bo ku xwe û zarokên xwe ji mirinê û topbaranê biparêzin. Lê dîsa jî mirin li dû me bû. Ev komên çekdar çi ji me dixwazin, çima êriş herêmên me dikin?"

(şx)

ANHA