Li Hesekê têkildarî qirkirina êzidî û Ermenan semîner

Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ermen têkildarî Komkujiya Ermenan û êzidiyan semînerek li dar xist.

Li Hesekê têkildarî qirkirina êzidî û Ermenan semîner
Li Hesekê têkildarî qirkirina êzidî û Ermenan semîner
Li Hesekê têkildarî qirkirina êzidî û Ermenan semîner
Li Hesekê têkildarî qirkirina êzidî û Ermenan semîner
Li Hesekê têkildarî qirkirina êzidî û Ermenan semîner
Li Hesekê têkildarî qirkirina êzidî û Ermenan semîner
Li Hesekê têkildarî qirkirina êzidî û Ermenan semîner
7 tebax 2024   15:37
HESEKÊ

Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Ermen têkildarî qirkirina êzidiyan û Ermenan semînerek bi sernavê "Qirkirina êzidiyan û qirkirina Ermeniyan" li Parka Xwendinê ya Hesekê li dar xist. 

Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Sumeye Salih têkildarî qirkirina êzidiyan wiha axivî: "Sala 2014`an DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir û jin, mêr û zarokên wê kuştin, revandin û tecawiz lê kir."

Sumeye hewldanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) yên ji bo vegerandina êzidiyan silav kirin.

Endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ermen Losnak Kavuriyan jî axivî û bi kurtasî Komkujiya Ermenan a bi destê Dewleta Osmanî vegot.

Losnak wiha axivî: "Milyonek û 500 hezar Ermen hatin kuştin û bandorên wê komkujiyê heta roja me zindî ne. Hewldan û têkoşîna me ji bo ku civaka navneteweyî sûcên hatine kirin nas bike, berdewam in.”

Di semînerê de teqezî bi pêwîstiya piştgiriya kesên ji qirkirinan xilas bûne, xurtkirina mafên mirovan hate kirin.

Di dawiyê de hate destnîşankirin ku divê diyalog berdewam bike û civak tev lê bibe da ku di pêşerojê de zehmetiyan derbas bikin, aştiyê bisepînin û edaletê bi dest bixin.

(şx)

ANHA