Şaredariya Amûdê dest bi xebata sûka sebzeyan kir

Şaredariya Gel a Amûdê dest bi xebata sûka hal (sebze) a nû kir. Di sûka nû de dikanên taybet ji bo firotina sebze û fêkiyan dê werin vekirin.

28 mijdar, 2025   06:45
AMÛDÊ
SÎMAV MEHMÛD

Şaredariya Gel a Amûdê yê kantona Cizîrê dest bi projeya Sûka Hal a nû kir. Ev proje yek ji projeyên xizmetguzariyê yên herî mezin e û armanc jê ew e ku tevgera kirîn û firotina sebze û fêkiyan were birêxistinkirin û welatî bi hêsanî xwe bigihînin pêdiviyên xwe.

Proje li başûrê bajarê pîşesaziyê yê bajarê Amûdê ye, rûbera wê 3 hezar û 32 metredam e û ji 3 komên sereke pêk tê: Koma yekê; rûbera wê 657 metredam e û ji 11 dikanan pêk tê. Koma duyê; rûbera wê hezar û 79 metredam e û ji 18 dikanan pêk tê. Koma sêyê; rûbera wê hezar û 296 metredam e û ji 24 dikanan pêk tê.

Rûbera piraniya dikanên sûkê 54 metredam e. Ev jî ji bo pêdiviya dikanên sebze û fêkiyan rûbereke guncaw e.

Şaredariyê da zanîn ku çaverê ye proje di 6 mehan de bi dawî bibe.

Hevşaredar Ranya Yûnis got proje dê li şaredarî û muteahidê projeyê were parvekirin. Muteahid ê para xwe bifiroşe û para şaredariyê jî dê bi kirê were dayîn. Ranya Yûnis da zanîn ku li sûka berê ya li ser rêya Hesekê astengî pir bûn, ji ber wê ev gav hat avêtin û cihê sûkê derveyî bajêr hat hilbijartin.

Sûka Hal a nû ya Amûdê yek ji projeyên xizmetguzariyê yên herî mezin e û armanc jê xwedîderketina li pêdiviyên şêniyan û çareserkirina pirsgirêkên astengiyên çûn û hatinê yên di hundirê bajêr de ye.

(mh)

ANHA