Di Cejna Berxwedana Neteweyê de soza domandina têkoşînê

Şêniyên bajarê Çilaxa di Cejna Berxwedana Neteweyî de soza domandina têkoşînê û parastina destkeftiyan dan û got, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsogeriya serxistina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.

Di Cejna Berxwedana Neteweyê de soza domandina têkoşînê
28 mijdar, 2025   04:25
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şênî, malbatên şehîdan û têkoşeran ên herêma Aliyan a bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê di salvegera 47'emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan-PKK (Cejna Berxwedana Neteweyî) de ji ajansa me re axivîn.

Şerîfe Hisên Cejna Berxwedana Neteweyî li Rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan, gelê Kurd û gelên azadîxwaz pîroz kir û got, tevgerê bi têkoşîna xwe pêvajoyeke nû ava kir û êdî derbasî qonaxa berhevkirina berhemên wê têkoşîn û fedakariyê bûye. Şerîfe anî ziman ku tevgerê armanca xwe ya parastina doza Kurdî ji siyasetên qirkirin û înkarkirinê yên dagirkerên Kurdistanê dimeşand, gihand serî.

Şerîfe Hisên diyar kir ku nêrîna Rêber Abdullah Ocalan a li ser jinan û rola wan, her wiha berxwedana jinên têkoşer di tevgerê de hişt ku jin ji salên 80'yên sedsala borî ve tev li têkoşînê bibin.

Şerîfe Hisên wiha domand: "Têkoşîna tevgerê hebûn û nasnameya gelê Kurd, bi taybetî nasnameya jinan parastin. Ketina tevgerê ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gaveke dîrokî ye ku baweriya avakirina welatekî azad û demokratîk xurt kir."

Dayika jina têkoşer Sorxwîn Rojava, Necme Remedan cejn pîroz kir û got, berxwedana ku PKK’ê bi derfetên kêm û di şertê mercên dijwar de dabû destpêkirin, bû bingeha bidestxistina destkeftiyan ji bo gelê Kurd  û gelên din ên herêmê.

Necme Remedan desntîşan kir berdêkên ku PKK’ê dane bû wesîleya ku gelek kes tev li tevgerê bibin. Necme di dawiya axaftina xwe de xwest ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Birayê şehîd Gernas Dêrna Axê, Mehmûd Mihemed, Şerîf Mûsa got ku berxwedana tevgerê ji bo tevlêbûnê bû handanek û got: "Rêber Abdullah Ocalan fîlozofê vê qonaxa dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk e. Di têkoşîna 47 salan de hebûna Kurdan teqez kir û bingehên têkoşîna wan danî."

Şerîf Mûsa anî ziman ku banga Aştî û Civaka Demokratîk guhartineke bingehîn di dîroka tevgerê de pêk anî û bû destpêka qonaxekê ku tê de baweriya misogerkirina azadiyê û aramiya gelê Kurd û gelên herêmê xurtir dibe.

Şerîf Mûsa wiha domand: "Min ji fikrên Rêbertî nas kir ku welat bi fedakarî û berxwedanê, ne bi siloganan tên avakirin. Tenê tevger dikare mirovê azad ê ku dikare rastiya xwe û ya dijminên xwe nas bike, ava bike."

Di dawiya axaftina xwe de Şerîf Mûsa soza domandina têkoşîna tevgera azadiya Kurdistanê û girêdana bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan da.

Bavê şehîd Bahoz Çilaxa, Sebrî Omer Osê Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz kir û diyar kir ku berxwedana tevgerê gelê Kurd ji qirkirin û asîmîlasyonê xelas kir.

Osê bi domdarî got: "Ji destpêka avabûna tevgerê ve me piştgirî da wê. Em di wê baweriyê de ne ku tevgera azadiyê hêza yekane ye ku dikare azadiya Kurdistanê pêk bîne."

Di dawiya axaftina xwe de Omer Osê îşaret pê kri ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyeke nû ya têkoşînê ye û got heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê şopdarên xeta şehîdan bin.

(mh/bb)

ANHA