Şardariya gel a Holê giliyê welatiyan bersivand

Şaredariya Gel a bajarê Holê giliyê şêniyên taxa rojava ya derbarê girtina xeta kenalîzasyonê bersivand.

Şardariya gel a Holê giliyê welatiyan bersivand
Şardariya gel a Holê giliyê welatiyan bersivand
Şardariya gel a Holê giliyê welatiyan bersivand
Şardariya gel a Holê giliyê welatiyan bersivand
21 cotmeh, 2025   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên taxa rojava ya bajarê Holê ya kantona Cizîrê di meha îlona derbasbûyî de di riya ajansa me re, bang li şaredariya gel û Yekîtiya Şaredariyan a kantona Cizîrê kiribûn. 

Ji wan xwestin di zûtirîn dem de ji bo çaksazkirina xeta kenalizasyonê de bixebitin û çareseriyeke maynde jê re bibînin. Ji  ber girtina xeta kenalîzasyonê ava qirêj di cihokan re diçû û newalên genî çêdibû. Ev jî bandorê li rewşa tenduristî ya di nava civakê de dike.

Şaredariya Gel a Holê ji bo çareserkirina pirsgirêkê û çaksazkirina xeta kenalîzasyonê dest bi xebatên paqijiya toreya kenalîzasyonê hate kirin. Xet hatin paqijkirin û cihên hatiûn girtin, hatin vekirin.

Berpirsê Beşê Jîngehê yê Şaredariya Gel Ebas Ilyas derbarê mijarê de got ku wan erka xwe ya paqijkirina xeta kenalîzasyonê pêk anîne, da tevgera welatiyan hêsan bike û aşkere kir ku plana wan a sala 2026’an heye ku ev pirsgirêk bi temamî bi dawî bibe.

(dc)

ANHA