‘Şandeyên DYA û Îranê dê careke din biçin Îslamabadê’

Çavkaniyan got dibe ku şandeyên DYA û Îranê çareke din biçin Îslamabadê da ku dan û standinan bikin.

‘Şandeyên DYA û Îranê dê careke din biçin Îslamabadê’
14 nîsan, 2026   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan îdia kir ku dibe ku şandeyên DYA û Îranê vê hefteyê careke din biçin Îslamabadê da ku careke din hevdîtinan bidin destpêkirin.

Çavkaniyan ji Reutersê re got, tevgerên diplomatîk hîna dewam dikin da ku aliyan vegerînin ser maseya diyalogê.

Hefteya borî şandeyên DYA û Îranê li Îslamabadê hevdîtin kiribûn, lê negihaştin tu encamekê.

(bb)